Ji Dayikên Aştiyê banga xwedîderketina li berxwedanê

  • 14:29 20 Sibat 2024
  • Rojane
 
AMED - Nobeda Edaletê ya ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di roja 76'an de dewam dike. Dayikên Aştiyê yên ku serdana çalakiyê kirin banga xwdîderketinê kirin.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyên siyasî  di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dane destpêkirin di roja 86'an de dewam dike û Nobeda Edaletê ya ku xizmên girtiyan jî dane destpêkirin di roja 76'an de ye. Nobeda Edaletê  ya ku di pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran (TUHAY -DER) de hatiye destpêkirin li Amedê li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezanê dewam dike.
 
Dayikên Aştiyê serdana çalakiyê kirin. Ji Dayikên Aştiyê ku serdana çalakiyê kirin Murvet Demîr wiha got, "Zarokên me di girtîgehan de ne û em jî ji bo ku li cem wan cih bigiirin  li vir in. Zarokên me ji bo me û ji bo vê axê di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Em edaletê dixwazin. Em dixazin ku dengê vê çalakiyê bê bihîstin û zêdetir xwedî li çalakiyê bê derketin."
 
Çalakiyê bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" û "Bê serok jiyan nabe" dewam kir.