DEM Partî dê axaftinên xwe yên meclisê bi kurdî bike

  • 12:55 20 Sibat 2024
  • Ramyarî
 
ENQERE - DEM Partî bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navnetweyî  civînên xwe yên komî bi kurdî li dar bixwe. Parêzer jî dê di lijneya giştî de bi kurdî biaxivin. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê di komcivîna xwe ya vê hefteyê de bi kurdî li dar bixe. Serokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan dê hemû nirxandinên xwe bi kurdî bike.