Azanên sibehê veguheriye saeta înfaza Komara Îslamî ya Îranê!

  • 09:05 20 Sibat 2024
  • Rojane
 
 
Melek Avci
 
ENQERE - Rojnameger û nûçegîhan Leila Saadati, da zanîn hemû bajar û Îran ji aliyê hukumetê ve veguheriye hepseke mezin û wiha got:"Hukumet bi zêdekirina înfazan dixwaze tirs û zextê belav bike. Di van rojan de di hepsên Îranê de her sibeh bi dengê azanê çend kes tên înfazkirin."
 
Ji roja jina kurd Jîna Emînî bi hinceta laçika xwe baş nedaye serê xwe ji aliyê "polîsê exlaqê" ve hat qetilkirin heta niha li Îranê li dijî zext û tundiyê gel li dora dirûşma "Jin Jiyan Azadî" xwe bi rêxistin dikin. Li dijî serhildanan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê Komara Îslamî ya Îranê her derê bi polîtîkayên ewlehiyê bi rê ve dibe û Rewşa Awarte disepîne. Di azana serê sibehê de bêyî malbatên wan gelek kes tên înfazkirin. Peyvên tundî û cezayên hepsê Îranê pênase dike. 
 
Ji Îran  Înternatinol Rojnameger û nûçegîhan Leila Saadati, qala Rewşa Awarte ya li welêt dike. 
 
*Li Îranê ji roja qetilkirina Jîna Emînî hate niha jin û gelek welatî tevli çalakiyên şermezarkirinê bûn. Rewşa dawî ya van çalakiyana bi çi rengî ye ? Li Îranê gel çi dijîn ? 
 
Di salên borî de piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê "polîsên exlaq" ve cîhanê 6 mehan li daxwazên welatiyan, li dirûşmên wan ên li dijî hukumetê yên li Îranê temaşe kir. Bi sedan kesên di nav wan de zarok jî hebûn hatin kuştin. Tevî vê yekê jî şermezarkirinan dewam kirin û hukumet ji bo vê yekê têk bibe zextên xwe zêde kir. Niha Îran û hemû bajarên wê veguherîne hepsê. Hema hema li her derê rêveberiyeke leşkerî ya veşartî serdest e. Em dikarin hînek mînakan bi vî rengî bidin; Li zanîngehan hinek xwendekar û profesor ji aliyê hukumetê ve bûn hedef. Hukumetê bi ser mala wan de girt û lêpirsînek ji ser wan da meşandin. Gelek xwendekar li zanîngehên cuda nîşan dan û destûr neda perwerdeya xwe dewam bikin. Gelek xwendekar hîn di girtîgehan de ne û bi salan hukum xwarine. Di nava vê demê de ji zanîngehên cuda ji 100'î zêdetir endamên hîndekariyê, yên di qada navneteweyî de dihatin naskirin jî û yên ders didan ji zanîngehan hatin îxraçkirin. Her wiha li zanîngehan hêzên leşkerî û veşartî ji bo faliyetên endamên hîndekariyê û xwendekaran bişopînin ji aliyê hukumetê ve li zanîngehan hatine bicihkirin. 
 
Peywirdarên hukumetê yên bi kincên taybet li her derê ne
 
Hejmara kamerayên ewlehiyê zêde kirine. Li dibistanan zext li mamoste û ciwanan tên kirin. Xwendekarên biçûk di dema çalakiyên şermezarkirinê de hatin kuştin an jî bi şîdeta hukumetê kwîr bûn. Hukumetê li dibistanên cuda cihên ji 300'î zêdetir muduran guhertin, gelek mamoste qewirandin, hepis kirin. Sala borî û îsal ji ber sedemên îdeolojîk û siyasî 18 hezar endamên mamostetiyê nehatin bicihkirin û dewsa wan telebeyên olî wekî mamoste bi cih kirin. Li ser qada înternetê jî hukumet xwendekar, aktivîstên sîvîl, lîstikvan, werzîşvanan dişopîne û ji bo îfadeyê bang li kesên mûxalîf dikin. Hesabên jinên serê xwe nagirin jî digirin. Bi giştî qadên cemaweriyê, kafe, restorant bi polîsên hukumetê yên bi kincên taybet hatine tijekirin. Hinek kafeyên nêzî zanîngehên mezin ên li Tehranê girtine yan jî hawê xebitandina li wir guhertine. Bi giştî li navenda bajêr, li derdora zanîngehê hatina gel hevdu ya welatiyan û çalakî qedexe kirine. 
 
*Di dema çalakiyan de jinan daxwazên xwe qêriyabûn. Gelo di van daxwazana de guhertine heye, jin û gelên li Îranê çi dixwazin ? 
 
Di dema van şermezarkirinan de jinan daxwazên xwe anîn ziman. Xwestin girtina mecbûrî rabe, polîsên exlaq rabin, gelek zagonên jiyana jinan zehmet dike bê çareserkirin. Di vî warî de bang hat kirin. Piştî şermezarkirinên li kuçeyan hindik bû şûnde girtin û binçavkirin zêde bûn. Lê belê têkoşîna jinan dewam kir. Jinan daxwaza yên dixwazin bila xwe bigirin, kirin. Em li bajaran li bajarên olî yên wekî Mashhad û Qomê em jinên bê peçe dibînin. Lê belê hukumet li dijî vê yekê bêdeng nema û ji bo zextan li van jinan bikin polîsên exlaq dîsa daxistin qadan. Jinên peçeyan kontrol dikin û memûrên bi kincên sîvîl li îstasyonên metroyan hatin bicihkirin. Destûra bikaranîna metroyê nedan jinên bê peçe. Jinên serê xwe negirtin derbarê wan de dosya ava kirin. Kesên serê nagirin dest dixin ser wesayitên wan û derbarê wan de sepanên cezaî dixin meriyetê. Hukumet dixwaze zagona îffet û peçeyê li Meclîsa Piştevaniya Îslamê bê erêkirin. Heger ev bê qebûlkirin zextên li ser jinan wê zêde bibin. Lê belê dîsa jî jinên li Îranê bi awayekî wêrek têkoşîna xwe dikin. Jin ji çûyina dadgehê natirsin. Ne tenê jinan gelek malbatan xwestin sepana peçeya mecbûr û polîsên exlaqê rabin. Gelek bav û hevjîn piştgiriyê didin jinan. 
 
* Ji aliyekî din ve jî hat gotin ligel daxwazên maf gel ji ber pirsgirêkên aboriyê jî tevli raperînê bûne. Ji xeynî pirsgirêkên maf ên gel pê rû bi rû dimîne pirsgirêkên din ên wekî din çine, hûn dikarin hinekî behs bikin ? 
 
Pirsgirêkan aboriyê û pirsgirêkên debarê hinek ji sedemên din ên çalakiyên şermezarkirinê ne. Pirgirêkên aboriyê, siyasî û çandî tevlihev bûne. Belê yek ji pirsgirêka mezin a gel enflasyon e, pirsgirêka debarê ye, birçîbûn e. Lê belê mirov, dema dibîne hukumet pereyê gel ji welatên din re xerc dike, hêrs dibe. Gel wexta dibîne rayedarên li derûdora wan diziyê dikin, ruşvetê digirin û tiştek bi wan nayê, hêrs dibe. Mirov nikaren krediyeke bankayê ya ji rêzê jî bigirin. Her wiha ciwan bêkar in û ji siberoja xwe bi guman in. Kesên karibûn ji Îranê koç bikin, koç kirin lê belê şertê kesên mecbûr man li Îranê bimînin, zor e. Di hefteyên dawî de mirovan tenê ji bo gemariya hewayê şermezar kirin. Çimkî rewşa mirovan ne baş be û ji ber qirêjiya hewayê nexweş dikevin. Li sektorên petrokimya, gaz û petrolê grev hîn dewam dikin. Karker dixwazin mûçeyên wan zêde bibin. Li Îranê derman buha ne û her roj hîn buha dibin. Dema malbatek bi pençeşêrê bikevin, ji bo serî bi misrefan derxin wesayit an jî mala xwe difiroşin. Niha van pirsgirêkên nelirêtî, pirsgirêkên derûdorê û aboriyê têxin nava hevdu û sînorkirina azadiya kesan jî li vê zêde bikin. Gel ji her alî de di bin zextên hukumetê de tên çewisandin. 
 
*Ez dixwazim vê yekê jî pirs bikim di hefteyên borî de di girtîgehê de 4 ciwanên kurd ên aktivîsts hatibûn îdamkirin û gelek çalakvanên cezayê îdamê li wan hatine birîn hene. Hûn van îdaman çawa dinirxînin ? 
 
Di sala 2015'an de hejmarên înfazê yên herî zêde ji aliyê hukumetê ve hat qeydkirin û piştî wê dîrokê şûnde, înfazên siyasî, înfazên kesên ji ber sûcên hişbirê hatine mehkûmkirin, kêm bûn lê belê dîsa jî înfazan dewam kirin. Herî dawî li gor îstatîstîkan di mehên dawî de li gor sala borî înfaz ji sedî 80 zêde bûne û tenê meha çileya vê salê înfazan rekor şikandin û hejmara 13 mehên berê derbas kir. Hukumetê înfazên derbarê sûcên hişbirê zêde kir û  mahkûmên siyasî yên salên borî cezayê îdamê li wan hatine birîn, niha tên îdamkirin. Biryara înfaza ciwanekî girtî yê di çalakiyên protestoyên meha borî hat girtin, hatibû betalkirin. Lê belê piştre ji carekê de bê xeber hat îdamkirin. Ev yek ji çalakiya hukumetê ya dijminane bû. Bêyî xeberê bidin malbata wî Mohammad Gavadlu înfaz kirin. Her carê dema li welêt şermezarkirinên giştî tên lidarxistin û piştî kêm dibe şûnde hukumet înfazan zêde dikin û hewl dide zextê belav bike. Sala borî çend kes bi komî li ber çavên gel înfaz kirin. Di van rojan de li hepsên Îranê carê çend kes bi azana serê sibehê tên înfazkirin. 
 
*Çalakvanên herî dawî hatin îdamkirin xwediyê nasnameya kurdbûnê bûn, helwesta hukumetê ya li hemberî gelên cuda çawa ye û gel bertek li dijî van îdaman nîşan da ? 
 
Binêrin, gelê kurd her tim di bin zexta hukumetê de ye. Hukumet îdeologên kurd û aktivîstên siyasî wekî netewperest û cudaxwaz pênase dike yan jî ji ber endamtiya Komala dixe bin çavan û îdam dike. Heta carinan kurdên ne endamê tu koman e jî digirin û dikin girtîgehan. Li Îranê rewşa Belûciyan jî heman e. Yanî Belûc û kurd her tim di bin zextan de ne. Komên kurd û belûc ên li dijî hukumetê têkoşînê dikin hene. Lê belê ji ber îdam zêde bûn gelên li Îranê pir di bin bandora vê yekê de man. Mamoste, girtiyên siyasî yên li girtîgehan, xwendekar, hemûyan belavok belav kirin û îdam şermezar kirin. Heta xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Narges Mohammadi, tevî di girtîgehê de bû jî banga şermezarkirina li dijî îdaman kir û banga çalakiya grevê kir. Gelek kes tevlî vê çalakiya grevê bûn. Gel ji îdaman bêzar bûye. Aktivîstên mafên mirovan, parêzerên têkiliya wan bi endamên Komîsyona Heqîqetê ya Miletên Yekbûyî re hene çalakiyên hukumetê dike rapor û ji komîsyonê re dişînin û hêvî dikin ku Miletên Yekbûyî alîkariya gelên li Îranê bikin.