ROJEVA 20'Ê SIBATA 2024'AN

  • 09:00 20 Sibat 2024
  • Rojev
 
* Jinên ku bal kişandin ser girîngiya zimanê zikmakî û gotin: "Mirov bi zimanê xwe heye, em nikarin behsa hebûna civakeke ku nikaribe bi zimanê xwe biaxive bike. Ziman hebûn e û divê xwedî li hebûna xwe derkevin." BI DÎMEN 
 
*Pispora Anestez û Reanîmasyonê Dr. Rukiye Ekenler, bal kişand ser girîngiya çalakiya gereva birçîbûnê ya girtiyan û piştî çalakiyê rewşa wan a tendirustiyê. Rukiye got, "Divê girtîgehê wekî cihê tolhildan û nefretê bes bên dîtin. Ger ku em hestiyar tevbigerin em dikarin hevalên xwe yên li girtîgehê bidin jiyîn." DÎMEN HEYE
 
*Rojnameger û nûçegîhan Leila Saadati, da zanîn hemû bajar û Îran ji aliyê hukumetê ve veguheriye hepseke mezin û wiha got:"Hukumet bi zêdekirina înfazan dixwaze tirs û zextê belav bike. Di van rojan de di hepsên Îranê de her sibeh bi dengê azanê çend kes tên înfazkirin."
 
*Perwerdekaran bertek nîşanî polîtîkayên qedexekirina zimanê kurdî dan û gotin, "Qedexeya li ser zimanê kurd şerma hemû cîhanê ye. Em banga bila zimanê Kurdî li hemû qadên jiyanê bê bikaranîn dikin. DÎMEN HEYE