Li Girtîgeha Jinan a Şakranê bi ser qawişan de hat girtin

  • 22:53 19 Sibat 2024
  • Rojane
ÎZMÎR - Li Girtîgeha Jinan a Şakranê ji 30'yî zêdetir gardiyanan bi ser qawişan de girtin alavên metbaxê û maseya metbaxê şikandin û heqaret li girtiyan kirin. 
 
Li gor agahiyên xizmên girtiyan ragihandin Îro li dora saet di 15.00'an de 30 gardiyanî bi ser qawişa  A-3 de girtine. Gardiyanan alavên metbaxê û maseya metbaxê şikandin û heqaret li girtiyan kirin. Girtiyan diyar kirin ku gelek alavên li qawişê êdî nayên bikaranîn. 
 
Di 29'ê Çileyê û di 2'yê Sibatê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê gardiyanan dîsa bi ser qawişan de girtibûn û zirar dabûn alavan. Xizmên girtiyan giyar kirin ku lêgerîna tê kirin êdî ji hefteyê du caran tên kirin.