Koferansa Ciwanan a Reqayê bi dawî bû

  • 21:04 19 Sibat 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Konferansa 4'emîn a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi hilbijartina 20 endaman bi dawî bû, her wiha ciwanan diyar kir ku dê çalakiyên xwe di çarçoveya piştgiriya pêngava "Ji Rêber Abdullah Ocalan azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de dewam bikin.
 
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyêkonferansa xwe ya 4'emîn  bi dirûşma "Em ê bi vejîna ciwanan xwe bi rêxistin bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin" li Reqayê li dar xist.
 
Konferans li hola Mişwar a Reqayê li dar ket. Di konferansê de serokê Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Miwefeq Îsmaîl bixêrhatina beşdaran kir.
 
Endamê Partiya Sûriya Pêşerojê Cahid Hesen lidarxistina konferansê li ciwanên şoreşger û hêzên leşkerî pîroz kir û got: "Hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê û binesaziya wê yên bi armanca têkbirina îradeya gel, dîsa jî gel li ber xwe dide û israr dikin ku Sûriyeyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî ava bikin."
 
Piştre perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ji bo ciwanan ji aliyê endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Fatme El Bîtar ve hatin xwendin. Her wiha rapora salê û rewşa rêxistinî ji aliyê endamê tevgera ciwanan a Reqayê Ehmed El Hemod ve hat xwendin.
 
Piştre sînevîzyonek li ser xebatên ciwanên şoreşger hat pêşandan.
 
Di dawiya konferansê de 20 endamên ciwanan hatin hilbijartin û soza şoreşgerî dan û teqezî bi bilindkirina asta têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da.
 
Her wiha encamname hat diyarkirin û wiha ye:
 
Xebat ku li ser belavkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan were kirin û azadiya Rêbertî bibe bingeha xebatan.
 
Perwerdeyên girtî û vekirî, dayîna semîneran û pêşandana sînevîzyonan li bajêr û gundewarên wî werin zêdekirin.
 
Hemû beşên civakê li gorî fikrên Rêber Apo werin perwerdekirin, civînên gelêrî û panel werin lidarxistin.
 
Ji bo birêxistinkirina tevahî civakê li gorî têgeha şerê gel ê şoreşger komîteyên parastinê yên komîn û meclisan werin zêdekirin.
 
Komcivîn li ser fikrên Rêbertî û ciwanan werin lidarxistin.
 
Ciwanan li ser zirarên hişbirê û bandorên wê li ser tenduristî û zihnî bi hevkariya Saziya Têkoşîna Dijî Hişbirê werin hişbyarkirin û komîteyên taybet werin avakirin
 
Bi hevkariya komîteya aborî û çandiniyê proje werin vekirin û derfetên kar ji ciwanan re werin peydakirin.  
 
Di çarçoveya pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û pêngava werin cenga azadiyê çalakiyên curbecur werin lidarxistin.
 
Rûniştandina têgiha neteweya demokratîk li ser bingeha ekolojî û azadiya jinan, avakirina civakeke exlaqî û siyasî û çalakkirina komînên ciwanan di nav bajêr û gundewarê wî de.
 
Navendên çalakiyên ciwanan werin aktîfkirin û beşa ciwanan ji aliyê werzîşê ve were pêşxistin.
 
Çanda civakê werin vejandin, parastina mîrasê were kirin û komên çand werin avakirin û navendên çandê werin vekirin.