'Heta Serokê me azad nebe kesek azad nabe'

  • 20:38 19 Sibat 2024
  • Rojane
MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Nezahat Tekin a di Nobeta Edaletê de axivî wiha got:"Heta aştî pêk neyê û meseleya kurd çareser nebe em ê dev ji çalakiya xwe bernedin. Girtî di greva birçîbûnê de ne. Wan nabin nexweşxaneyê jî. Heta Serokê me azad nebe kesek azad nabe."
 
Nobea Edaletê ya li avahiya DBP'ê ya li Mêrdînê ya bi pêşengiya xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê hatibû destpêkirin dewam dike. 
 
Gelek kes tevli çalakiyê bûn û dirûşma “Bîjî berxwedana zîndanan” hat berzkirin. Stranên ji bi saz hatin gotin ji bo Dayikên Aştiyê bÛ moral. 
 
'Heta Serokê me azad nebe kesek azad nabe'
 
Dayika Aştiyê Nezahat Tekin a hevjÎnê wê Davut Tekin di girtîgehê de ye wiha got:"Heta aştî pêk neyê û meseleya kurd çareser nebe em ê dev ji çalakiya xwe bernedin. Girtî di greva birçîbûnê de ne. Wan nabin nexweşxaneyê jî. Heta Serokê me azad nebe kesek azad nabe."