Valentina Skafar: Berxwedana we hêviyê dide gelên bindest

  • 09:05 19 Sibat 2024
  • Rojane
 
 
Melek Avci
 
ENQERE - Endama Sekreteriya siyasî ya Partiya Çep a Ewropayê Valentîna Skafar diyar kir ku çalakiyên li jî komployê û tecrîda Îmraliyê îlhamê didin û got: “Ji bo biryar û hewldanên we yên ji bo azadiya Birêz ocalan spas dikim.Berxwedana we hêviyê dide gelên bindest.”
 
Komploya navneteweyî ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wek destpêka 3’emîn şerê cîhanê nirxand ket sala 26’emîn. Pêngava li seranserê Ewropayê ya ‘ji Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hat destpêkirin didome. Endama Sekreteriya siyasî ya Partiya Çep a Ewropayê Valentîna Skafar der barê tecrîd û çalakiyên pêk tê de axivî.
 
* Hezar roj derbas bû ku agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Bêdengî  hem li qada navneteweyî hem li Tirkiyeyê didome. Hûn der barê vê de çi difikirin?
 
Tecrîd û hucre li gorî hiqûa navnetweyî îşkence tê qebûlkirin. Ev tê binpêkirina rêgezên Mandela yên Netweyê Yekbûyî. Di alî hiqûmeta Tirkiyeyê de ne tenê binpêkirina hiqûqa hundir a Tirkiyeyê binpêkirina rêgezên demokratîk û mafên mirovan û binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Tecrîda li ser Ocalan di heman demê de bi armanca bêdengkirina gelê Kurd e. Tecrîd ji ber vê li pêş aştî û edaletê jî astengî ye. Di sedsala 21’ê de tiştekî wisa bi fikar û mirovan xemgîn dike.
 
*Ji komploya 15’ê Sibata 1999’an heta niha hawira şer û pevçûnan divê çawa bê nirxandin?
 
Ji 15’ê Sibata 1999’an û heta niha li Rojhhilata Navîn şer tê jiyîn û ev di vê di çarçoveya  têkoşîna gelê Kurd bandorek mezintir kiriye û dînamîk herêmî de bên nirxandin. Dema dîlgirtina Ocalan bê nirxandin divê tevgerên berxwedana Kurd û pevçûnên heremî çawa bandor bûne bê fêmkirin û hewcedariya aştî û çareseriyê jî bê ziman. Girtina Birêz Ocalan pevçûn gûr kir û di heman demê de têkoşîna gelê Kurd jî roj bi roj hîn bêtir xur bû. Ji roja Ocalan hatiye girtin heta niha şerek li Rojhilata Navîn tê jiyîn. Divê sedemên esas yên van peçvûnan bên destgirtin û li vê baldarî hebe.
 
 *Piştî girtina Abdullah Ocalan, Projeya Rojhilata Navîn a Mezin a DYA’yê ket faliyetê û dagirkirinên Iraq û Afganîstanê, rewşa Sûriyeyê, rêxistinên cîhadî û hawira şerekî ku tê jiyîn heye. Bi van projeyan çi hat hedefkirin?
 
 Piştî girtina birêz Oalan li Sûriyeyê rêxistinên cîhadî zêde bûn û şer û pevçûn dijwar bûn. Bêguman bandor dînamîkên têkoşîna hêzên herêmê girînge. Çedayîna rêxistinên cîhadî, bandora aktorên cuda û berwendiyên stratekîk, bûn parçeyeke hewldanan. Ev rewş bû sedema êşkişandina gelê sivîl û windahiyên mezin. Ev pêşketin parçeyek hewldanên manîpulekirina dînakîmên herêmê û parastina berjewendiyên aborî bû. Girtina çekan a rêxistinên cîhadê, girêdayê destkeftiyên stratejîk û pevçûnên vekâletê ye. Armanca van çalakiyan lêkolîna kontrol û hêzê ye. 
 
*Ger ku komploya 15’ê sibatê pêk nehatiba wê niha li Rojhilata Navîn û Kurdistanê hawirek bêpevçûn û bê şer hebûna? Hûn der barê çareseriyê de çi difikirin?
 
 Rewşa Birêz Ocalan û ji ber pirsgirêkên herêmê tevlihevin û pir alî ne yek pêşniyareke ji bo çareseriyê wê zehmet bike. Li gorî min divê diyalog bê teşwîqkirin, edaleta civakî bê teşwîqkirin û mafê gelên bindest bên parastin. Ji bo vê lêgerîna çareseriyê girînge. Divê pirsgirêkên gelê Kurd û civakên din bên çarserkirin û ji bo vê divê muzakere û diyalog hebe. Divê ji bo nîqaşên berfireh derfet bên afirandin. Divê sedemên pevçûnên ji ber newekheviya aborî, bêdadiya civakî û neqebûlkirina siyasî bên destgirtin. Ev girînge. Ji bo aştiyeke mayînde ev pir girînge. Dema pisgirêkên sistematîk tên destgirtin, çareserî di girêdayîna bi rêgezên açreseriya aştiyane de heye. Divê rola girîng  a Abdullah  Ocalan bê qebûlkirin. 
 
*Di rojên borî de li Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê der barê îşkenceyê de dengdan hat kirin û raporek hat amadekirin. di vir de tespîtên hiqûqî yên der barê tecrîda li Îmraliyê hatin kirin. Lê hîna gavek tune ye. Delwetên alîgirên peymanê çima biryarê pêk naynin?
 
Pêkhatina biryarên der barê tecrîda li ser Abdullah ocalan girêdayê gelek faktorên siyasî, hiqûqî û dîplomatîke. Biryar di alî nêrîn û standardên navnetweyî de girînge. Lê Tirkiye jî têde divê dewlet divê yek bi yek di biryarê de bi daxwaz bin. Wek tê dîtin Tirkiye hemû hewldanan ji nedîtîve tê. Di rewşa ku pêk neyê de sedemên tevlihev dikevin dewrê. Ev ji fikarên polîtîka hundir û serdestiya neteweyî bigirin heta astengiyên jeopolîtîk diçe. Di esasê de biryarên navneteweyî girîng û encamên hiqûqî û ahlaqî dihewînin. Pêkanîna van biryaran girêdayên faktorên tevlihev yên biryar û tevgerên civakên navneteweyî ne.
 
*Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdulah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd û bidawîbûna şerê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê çaeserî çi ye?
 
Hewldanên ku saziyên navneteweyî, hiqûmet û saziyên civaka sivîl jî têde çalakiyên şênber yên cuda dikarin pêk bên. Hinek çalakiyên dikarin pêk bên: Bi hevkariya kanalên wekê Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropaye, Konseya Ewropayê bi Tirkiyeyê re têkilî bê danîn û hewldan û zextên dîplomatîk bên kirin. Ev hewldan wê Tirkiyeyê teşwîqê pêkanîna hukmên qanûnî bike. Divê tecrîda li ser Abdullah ocalan bê rakirin û  di vî alî de dikare eniyeke dîplomatîk a xurt bê avakirin.
 
Ya duyemîn di hiqûqa Tiriye û hiqûqa navneteweyî de di çarçoveya peymana mafên mirovan de ji bo binpêkirina mafan bê ziman divê têkoşînên hiqûqî di dadgehên netewî û navneteweyî de bê meşandin. Ez ji bo hemû kesên di kampanya ‘ji Ocalan re azadî’ de cih digirin spasiyên xwe dikim. Ji bo biryar û hewldanên we yên ji bo azadiya Birêz ocalan spas dikim. Berxwedana we hêviyê dide gelên bindest.