R0JEVA 19'Ê SIBATA 2024'AN

  • 09:00 19 Sibat 2024
  • Rojev
 
* Endama Sekreteriya siyasî ya Partiya Çep a Ewropayê Valentîna Skafar diyar kir ku çalakiyên li jî komployê û tecrîda Îmraliyê îlhamê didin û got: “Ji bo biryar û hewldanên we yên ji bo azadiya Birêz ocalan spas dikim.Berxwedana we hêviyê dide gelên bindest.”
 
*Rojvelat Kizmaz ku winda bibû piştî sê rojan şûnde cenezaya wê li Bendava Ilisu hat dîtin. Xwişka Rojvelatê da zanîn ku ji bernasnameya Kurd xebatên lêgerînê dereng hatine destpêkirin. DÎMEN HEYE
 
* Sala borî gumanbar Abdulhamît Altan, jina bi navê Ayşe Altan ku pê re di asta destberdanê debû, qeitl kir. Di îdianameya der barê gumanbar de hat amadekirin de ji sûcê ‘Plankirî bi qestî hevjîn kuştinê’ ceza hat xwestin. Her wiha di îdianameyê de hat diyarkirin ku gumanbar zexta xwekuştinê jî li Ayşeyê kiriye. Lê  ji ber ku Ayşeyê xwe nekuştiye, wî Ayşe kuştiye.