Dadgehê ceza li jina ku parastina cewherî pêk anî birî

  • 20:11 18 Sibat 2024
  • Rojane
 
AYDIN - Li navçeya Kuşadasi jina bi navê Esra Abîd ku li hember mêrê tundî lê kir û hewl da qetil bike, parastina cewherî pêk anîbû. Esra ku hat girtin ceza lê hat birîn.
 
Di 9’ê Tîrmeha 2023’an de li Kuşadasi ya Aydinê, mêrê bi navê Mustafa Taşogut pêşiya Esra û daika wê girt û hewl da Esrayê qetil bike. Esrayê parastina cewherî pêk anî û Mustafa kuşt. Runiştina biryarê ya doza Esra jê dihat darizandin 16’ê Sibatê de li yekemîn Dadgeha Ceza Giran a Sokeyê hat dîtin.
 
Dadgehê ‘ji qestî kes kuştin’ 11 sal û 8 sal ceza birî. Parêzerên wê li dijî biryarê wê serî li dadgeha îstînafê bidin.