Nobetên Edaletê: Em azadiya rêberê xwe dixwazin

  • 17:43 18 Sibat 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya Nobeta Edaletê ku bi pêşengiya xizmên girtiyan hatiye destpêkirin didomin û û çalakgerên nobetê gotin: “Em dixwazin rêberê me azad bibe.” 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ku li gelek bajaran bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir.
 
Êlih
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), li avahiya DBP’a Bajar hatiye destpêkirin di roja 18’an de berdewam kir. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl hatin serdana nobetê. Di çalakiyê de beşdaran bal kişandin ser grevên birçîbûnê û banga mezinkirina têkoşînê kirin. 
 
Mêrdîn
 
Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina DBP’a Mêrdînê hatiye destpêkirin didome. Rêxistina DEM Partiyê ya Stewrê hat serdana nobetê û peyama têkoşînê hat dayîn. Dayika Aştiyê Saîme Onder di çalakiyê de axivî û got ku wan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nobet daye destpêkirin. Saîmeyê, wiha domand: “Zarokên me jî di zindanan de di greva birçîbûnê de ne. Em daxwaza azadiya Rêbertiya xwe, zarokên xwe û gelê xwe dikin. Heta azadiyê dê ev têkoşîn bidome. Bijî berxwedana zindanan.” 
 
Edene 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Edeneyê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edeneyê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 77’an de berdewam kir. Nobet, li avahiya komeleyê tê lidarxistin û îro Dayikên Aştiyê û rêveberên DEM Partiyê hatin serdanê. Çalakvanan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin û gelek caran dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û "Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.
 
Nobeta Edaletê bi stranên dayikan berdewam kir. 
 
Stenbol
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya MATUHAY-DER’ê li Stenbolê hatiye destpêkirin, di roja 69’an de li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Kuçukçekmeceyê dom kir. Li ewyana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo avakirina aştiya civakî bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Xizmên girtiyan pêşmalkên “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Eyupê Nedîm aydin, rêveberên Konfederasyona Saziyên Civakî yên Sivîl ên Bedlîsê (BÎTLÎSKON) û Komeleya Amediyan û gelek welatî hatin serdana çalakiyê. Hevserokê DEM Partiyê yê Eyûpê Nedîm Aydin di çalakiyê de axivî û wiha got: “Çalakî êdî li her devera cîhanê tên naskirin. Hemû gelên bindest vê têkoşîna gelê kurd ji xwe re mînak digire. Awayê xebatê yê tevgera me ji bo cîhanê dibe mînak. Êdî li seranserî cîhanê behsa kurdan tê kirin.” Piştre jî Hevserokê MATUHAY-DER’ê Mehmet Şafî Erol axivî û ev tişt anî ziman: “Weke kurd em neteweyekin û xwedî ziman, çand û erdnîgariyekê ne. Em dixwazin bi nasnameya xwe bijîn. Lewma em bi tu awayî tecrîda girakirî ya li ser Abdullah Ocalan qebûl nakin. Heke çareseriyek çêbibe, divê ev çareserî bi birêz Ocalan re bibe.”