Li Amedê tundiya mêr

  • 18:59 17 Sibat 2024
  • Rojane
AMED - Li navçeya Peyas a Amedê jina bi navê A.A. rastî êrişa mêrekî ku navê wî nehat hînkirin, hat. 
 
Li Taxa Talaytepe ya navçeya Peyas a Amedê jina bi navê A.A., rastî êrişa mêrekî ku navê wî nehat hînkirin hat. Gumanbar ewil tundî li A.A. kir û paşê bi çekê ew birîndar kir. Piştî welatiyên li der dorê haya tenduristkaran pê xistin, tenduristkar hatin cihê bûyerê û A.A.'yê rakirin nexweşxaneyê. 
 
Hat diyarkirin ku dermankirina jina birîndar didome, lê xetereya jiyanî tune ye. Her wiha hat hînkirin ku êrişkarê ku reviya hê jî nehatiye girtin.