Li Dep û Sarconê buroyên hilbijartinê hatin vekirin

  • 17:36 17 Sibat 2024
  • Rojane
XARPÊT- DEM Partiyê li navçeya Dep a Xarpêtê û bajaroka girêdayê Depê, Sarconê buroya hilbijartinê vekir.
 
Partiya Wekhevî û Demorkasiyê (DEM Partî) li navçeya Depê ya Xarpêtê ‘buroya jinê’ ya hilbijartinê vekir. Rêveberên navend û navçeyê ya DEM Partiyê, parlamentera Amedê Adalet Kaya û gelek welatî tevli vekirinê bû. Jin bi cil û bergên xw eyên gelerî tevli bûn. Buro bi coşeke mezin hat vekirin.
 
Li Sarconê buro hat vekirin
 
Li bajaroka Sarcon a girêdayê Depê jî buroya hilbijartinê hat vekirin. namzetên hevşaredariyê Îsmaîl Koç û Ayten Alagoz û gele jin tevli vekirina buroyê bûn. Namzet Îsmaîl Koç li wir axaftinek kir û da zanîn ku wê şaredariyên ku hatine desteserkirin ji nûve bigirin.
Piştî axaftinan govend hatin gerandin û buro hat vekirin.