Di Nobeta Edaletê de banga bilindkirina têkoşînê

  • 17:25 17 Sibat 2024
  • Rojane
STENBOL - Nobeta Edaletê ya Stenbolê di roja 68’emîn de bi serdanan didome. Di nobetê de peyama bilindkirina têkoşîn û piştevaniyê hat dayîn.
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya MATUHAY-DER’ê li Stenbolê hatiye destpêkirin, li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Kuçukçekmeceyê dom kir. Li ewyana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo avakirina aştiya civakî bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Xizmên girtiyan pêşmalkên “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. 
 
‘Rêberê gelê Kurd di bin tecrîdê de ye’
 
Rêveberên KAYY-DER, ANYAKAYDER û Sendîkaya Teqawidên Şoreşger hatin serdana nobetê. Hevseroka KAYY-DER’ê Bîlsen Ozdogan li vir axaftineke kin kir û wiha got: “Têkoşîna dayikên me ji bo me gelek binirx e. Divê hemû rêxistin piştgiriyê bidin. Yek ji sedema têkçûna aboriyê şer e. Ji ber ku bûdçe ji bo şer tê veqetandin. Li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîd heye. Gelê kurd di tecrîdê de ye. Gel û rêberên me di girtîgehan de ne. Em ji bo piştgirî û piştevaniyê li vir in. Em vê weke berpirsyartî dibînin.”