Koma ‘Şopa Orkîd’ ji bo 8'ê Adarê dîwaran dixemilîne

  • 14:50 17 Sibat 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Koma bi navê ‘Şopa Orkîd’, bi boneya nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li navçeya Tirbespiyê wêneyan li ser dîwaran xêz kir.
 
Koma Şopa Orkîd, bi boneya nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, li navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê wêneyên ku balê dikêşin ser rola jinan û berxwedana wan a li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, li ser dîwaran xêz dike.
 
Wêne, li kolanên sereke yên Tirbespiyê bi beşdariya gelek endamên komê têne xêzkirin. Şêwekaran bi rengan dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” xêz kirin.
 
Koma Şopa Orkîd ku navenda wê li Qamişloyê ye, ji 12 şêwekar û hezkiriyên şêwekariyê pêk tê. Kom di 24’ê Hezîrana 2023’yan de hat avakirin. Şopa Orkîd bi derfetên xwe yên xweser dîwaran dixemilîne.