Li Kolnê bi deh hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan daketin qadan

  • 14:49 17 Sibat 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi deh hezaran kesên ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan protesto dikin û azadiya wî ya fîzîkî dixwazin, li bajarê Koln ê Elmanyayê dest bi meşê kirin.
 
Bi daxwaza ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk, li bajarê Koln ê Elmanyayê meşeke mezin hate organîzekirin.
 
Ji gelek welatan bi deh hezaran kes di saetên sibehê de hatin ba hev.
 
Ji bo meş û mîtînga di salvegera 25'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hatî organîzekirin, weke cihê kombûnê DHB-Haûs hate diyarkirin.
 
Kurdistanî û dostên wan piştre bi poster û flamayên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li qada Siegburger Str Deutzer Wert a li rexa Çemê Ren ku mîtîng wê lê were lidarxistin, hatin ba hev.
 
Bi deh hezaran kes bi posterên mezin ên RêberêPKK'ê Abdullah Ocalan dest bi meşê kirin.
 
Girseya ku li ser pira Severinsbrucke'yê dest bi meşê kirin, piştî Çemê Ren derbas kirin flamayên bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî", "Free Ocalan" û "Freedom Ocalan" hildan û bê navber dirûşmeyên "Silav, Silav ji Îmraliyê re hezar silav" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.