ROJEVA 17'Ê SIBATA 2024'AN

  • 09:00 17 Sibat 2024
  • Rojev
 
*Jinên piştgirî dan Nobeta Edaletê diyar kirin ku gelê Kurd bi têkoşîna xwe komploya navneteweyî vala derxistiye û wiha got: “Piştî komployê me têkoşîna xwe hîn bilindtir kir. Ji ber têkoşîna rewa ya gelê Kurd didome. Hebûna me serokatî û zarokên me ne. Mifteya aştiyê destê serokatiya me de ye. Em ê bigihêjin hedefa xwe û bi ser kevin.” DÎMEN HEYE
 
* Endama OHD’ê Sumeyye Gultekîn balkişand ser qetiklirinên jinan yên zêde bûne û got: “Di vê dema ku wekheviya jin û mêr tune ye, gotinên dijminahiyê hene, polîtîkayên bêcezahiştinê û her wiha ji ber Peymana Stenbolê û qanûna hejmar 6284 pêk nayê qirkirina jinê jî zêde bûye.” DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka ÇEVDER’ê Arzu Dînçer li dijî xetereya tunebûna Gola Wanê ku ji ber texrîbatên projeyên qeyûm û saziyên fermî hatiye vê astê, nirxandin kir û got: “Sedema qirkirinên mezin yên derbarê ekolojiyê de polîtîkayên qeyûm in. Bajarên ekolojîk pêkan e.” BI DÎMEN 
 
*Meşa Azadiyê ya Mezin piştî 15 rojan şûnde bi dawî bû û li Amarayê rojên bi malbata Abdullah Ocalan re derbas bûn. Ji her bajarê Kurdistanê bi yek daxwazê meşê dest pê kir û li dijî vê dewletê ‘mewzî’ ava kirin. Ya ku gel jiya jî kelecan bû. ÇAVDÊRÎ