Li Tambov û Saratov komploya navneteweyî hat şermezarkirin

  • 12:51 16 Sibat 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Tambov û Saratovê yên Rûsyayê, salvegera 25'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê bi civînan hate şermezarkirin.
 
Li navçeya Mîçurinskê ya bajarê Tambov ê Rûsyayê, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate kirin, civînek hate lidarxistin.
 
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, endama Rêveberiya Meclîsa Mala Kurdan Arîn Viyan axivî û anî ziman ku 15'ê Sibatê ji bo wan rojeke reş e.
 
Beşdarên civînê sedem û armancên komployê vegotin û diyar kirin ku çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û cîhanê di destê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ye.
 
Saratov 
 
Kurdên li navçeya Êrşov a bajarê Saratovê jî bi civînekê komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kirin.
 
Civîn li avahiya Mala Kurdan a li navçeyê pêk hat.