Li Mexmûrê çalakiya nobetê di roja 210’an de dewam dike

  • 11:09 16 Sibat 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya gireva birçîbûnê ya ji bo şermezarkirina komploya navdewletî hatibû destpêkirin, bi dawî bû û çalakiya nobetê jî bi koma nû, bi biryardariyek xurt dewam dike.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) duh çalakiya greva birçîbûnê ku beriya du rojan ji bo şermezarkirina komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dawî bû û çalakiya nobetê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî di roja xwe ya 210’an de bi koma 42’emîn berdewam dike.
 
Çalakiya nobetê li Saziya Ciwanan bi amadebûna xelkê wargehê, bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Li ser navê koma greva birçîbûnê Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Sûltan Yildiztan axivî.
 
Sultan Yildiztan di destpêka axaftina xwe de komploya navneteweyî ya li hemberî Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Em hemû çalakiyên niha li Kurdistan û seranserî cîhanê ji bo fîzîkî azadiya Rêber Apo hatine, li darxistin silav dikin. Em hemû komplogeran şermezar dikin. Di nava 25 salên komployê de gelê Kurd rêxistinbûyîna xwe xurt kir û komplo vala derxistin. Heta rojek ji temenê me mabe em ê ji bo fîzîkî azadkirina Rêbertiya xwe di nava çalakiyan de bin.”
 
Piştî daxuyaniyê, çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bû û koma çalakiya nobetê jî dewrî koma nû hate kirin.
 
Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan nabe’ bi dawî bû.