Ji hunermendên TEV-ÇAND'ê banga tevlibûna meşa di 17'ê Sibatê de

  • 11:04 16 Sibat 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermendên TEV-ÇAND'ê diyar kirin ku di 17'ê Sibatê de wê tevlî meşa li Kolnê bibin û bang li gelê Kurd û dostan kirin, ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tevlî çalakiyê bibin.
 
Hunermendên Tevgera Çandê yên li Ewropayê (TEV-ÇAND) bi stran, sirûd û stranên li ser Rêberê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwe ji bo meşa 17'ê Sibatê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê amade dikin.
 
Bi navê hunermendan dengbêj Şemdîn daxuyaniyek da û banga tevlîbûna li meşa li Kolnê kir.
 
Hunermend Şemdîn got, "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in li Girava Îmraliyê tecrîdkirî ye. Ji ber wê jî hem li welêt hem li her çar aliyên Kurdistanê û li derveyî welat gelê me îro li ser piyan e. Ji bo tecrîd bê şikandin, gelê Kurd îro di nava çalakiyan de ye. Em jî weke hunermendên Kurd roja 17'ê Sibatê li Elmanya bajarê Kolnê em ê di nava çalakiyê de bin. Weke hunermend jî me stran, sirûdên xwe, stranên ji bo Rêberê Gelê Kurd amade kirine, em jî li wir in. Em bang li gelê xwe û dostên Kurdan dikin ku li Kolnê amade bin. Em vê tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd rakin û Tevgera Azadiyê jî li lîsteya terorê derxînin."