DEM Partiyê têkildarî Roja Zimanê Dayikê giştîname belav kir

  • 10:26 16 Sibat 2024
  • Ramyarî
 
ENQERE - DEM Partiyê têkildarî çalakiyên 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê bi dirûşma "Dem dema zimanê Kurdî ye" giştîname belav kir.
 
Komîsyona Çand û Zimên a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) çalakiyên xwe yên wê bi munasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê li dar bixin, ragihandin. Komîsyona Çand û Zimên a DEM Partiyê çalakiyên xwe yên wê li kolan, parlamentoyê li dar bixin bi giştînameyekê ragihand. 
 
Di dewamiya giştînameyê de wiha hat gotin:
 
"Hevalên Hêja!
 
Di serî de we bi rêzdarî silav dikin. 
 
Em wek partiya DEMê dê ji niha û pê ve bi dirûşma ‘DEM DEMA ZIMANÊ KURDÎ YE!’ têkoşîna xwe ya ji bo zimanê kurdî bi awayekî domdar, şênber, afirîner û encamgir bimeşînin. Em ê bi çalakiyên xwe yên bi boneya 21ê sibatê ‘Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî’ dest bi vê pêvajoyê bikin. 
 
Li ser vê bingehê, bi boneya 21ê sibatê ‘Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî’ em wek partî dê li tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê, 18 û 21ê sibatê de bernameyên cuda cuda li dar bixin. (Wek meş, daxuyaniyên çapemeniyê, dersdayînên sembolik, panel, belavkirina belavokan, panel, şahî û çalakiyên di parlementoyê de hwd.)  
 
Plansaziya Bernameyan:
 
18ê Sibatê: Saet di navbera 18.00 û 22.00’an de dê li her malê, qadê û kargehê stranên kurdî bên vekirin, ji bo xwedîlêderketina kurdî kurteaxaftin bên kirin, ev tev wek dîmen bên qeydkirin û li ser medyaya dijital bên parvekirin. 
 
20ê Sibatê: Dê derbarê kurdî de saet di 21.00’an de xebata tagê bê kirin.  
 
**Rojeke ku her cih dê bi xwe diyar (Di navbera 18 û 21ê sibatê de) bike li navenda bajêr, tax, kolan û qadan bernameya dersdayîna kurdî ya sembolik li dar bixin dê baş be. Roja lidarxistina vê bernameyê her cih dikare bi xwe diyar bike.    
 
Belavkirina belavokan, daxuyaniyên çapemeniyê û meşê: 
 
19ê Sibatê: Bajarê Wanê
 
20ê Sibatê: Sêrt, Mêrdîn, Şirnex, Dîlok, Riha, Çewlig, Dersîm, Xarpêt, Colemêrg, Mûş, Bidlîs, Agirî, Qers, Erdexan, Îdir, Erzirom û navçeyên wan.
 
21ê Sibatê: Amed, Êlih, Cizîr, Mêrdîn û navçeyên wan; Mereş, Meletî, Edene, Mêrsîn, Antalya, Stenbol, Kocaelî, Tekîrdağ, Izmîr, Manîsa, Aydın, Mugla, Balikesîr, Enqere, Konya
 
Di Parlementoyê de: 
 
19-20-21ê Sibatê: Di van rojan de dê parlementerên me derbarê zimanê dayikê de (bi taybetî jî derbarê zimanê kurdî de) pêşniyaznameyan pêşkêşî parlementoyê bikin.
 
20 Sibatê: Dê di civîna koma partiya me ya di meclîsê de derbarê kurdî de axaftinên bi kurdî (kurmancî, kirmanckî) bên kirin. (Dowîzên bi kurdî jî bên bilindkirin baş dibe) Herwiha dê dosyayeke ku daxwaza statu û perwerdehiya zimanî dike dê bê amadekirin û ji rayedaran re bê pêşkêşkirin.    
 
21ê Sibatê: Dê hemû parlementerên me yên kurd di meclîsê de bi kurdî (kurmancî, kirmanckî) biaxivin. Bi taybetî jî daxwazên me yên bingehîn ên derbarê kurdî de de bînin zimên. (Wek fermîbûna zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî.) Dowîzên bi kurdî bilind bikin. "