‘Mirov li tenişta zinar difirin’

  • 09:10 16 Sibat 2024
  • Rojane
 
ENQERE - Girtî Sariye Taşkesen salvegera komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lanet kir û da zanîn ku hewcedariya bi azadiyê ji hewcedariya av û nav hîn bi nirxtir e.
 
Girtiya bi navê Sariye Taşkesen ku li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye û tevli greva birçîbûnê ya bi daxwaza ‘ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’   bûye der barê 25’emîn salvegera komployê de nivîsek nivîsî.
 
Sariyeyê di nivîsa ku nivîsîbû de wiha vegot: “Gelê Kurd ji aliyê hêzên serdest û mêtînger ve hêdî hêdî hatibû tenişta zinar. Rêber Apo ev gel anî asta ku bifire. Rêber Apo ev 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdek giran de tê girtin û hemû mafên wî bi awayaekî dijhiqûqî, dijrewa û dijexlaqî tê xespkirin. Em îro wek gelê Kurd vê tecrîdê şermezar dikin û lanet dikin.
 
Div ê esasê de em di 25’emîn salvegera komploya navneteweyî de, di esasa azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de tevli grevên birçîbûnê dibin û wek Rêber Apo jî gotiye, hewcedariya azadiyê ji bo me ji hewcedariya nan û avê hîn binirxtir e.
 
Azadiya me bi Rêber Apo pêkan e. Bi vê hişmendiyê ez komployê lanet dikim û bi baweriya ku ev roj wê derkevin ronahiyê û roj ji nû ve hilbê, em ketin nava yek ji çalakiyên kampanyaya greva birçîbûnê. Em dixwazin tecrîda dijmirovahî bê rakirin û serokatiya me azad bibe.”