ROJEVA 16'Ê SIBATA 2024'AN

  • 09:00 16 Sibat 2024
  • Rojev
 
*Endama Lijneya Rêveber a ÎHD’ê Ayten Kiran  ji bo grevên birçîbûn, Nobetên Edaletê û Meşa Mezin a Azadiyê diyar kir ku gavên girîng in û got gel li her derê parlamenterên çalakî bi rê ve birine bi hêviyek mezin pêşwazî kirine. Aytenê daxuyakirin ku divê aktorên siyasî pêvajoyê baş binirxînin û banga bidawîkirina tecrîdê kir. DÎMEN HEYE
 
*"Bêguman yên ku herî zêde di pêvajoya pandemiyê de bi bandor bûn jin bûn. Di nav malbatê de tundiya li ser jinê zêde bû. Barê jinan giran bû. Tevî ji sedî 70’ê sektora civakî û tenduristiyê li cîhanê jin bûn jî ji qada cemawerî dur xistin. Yên ewil ji kar hatin avêtin jin bûn.  Kar û barê lênerînê wekê ku berpirsyariya jinan e nîşan dan." NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Yek ji Meşvanên Azadiyê Newroz Uysal Parlamentera  DEM Partiyê wiha got: “Ger ku di tecrîdê de bê israrkirin û her derê veguherin tecrîdê em ê jî berxwedana birêz Ocalan li Îmraliyê mezin kiriye, li her derê Kurdistanê pêş bixînin.” DÎMEN HEYE
 
*Aktîvîsta komeleya Ekolojiyê Leyla Çîte der barê karaseta madena zêr a li Lîcîkê de axivî û got ev karaset ne qeza ye, komkujî ye.
 
*Yek ji parêzerên Baroya Amedê Adîle Salman  hewldan û serlêdanên ji bo  hevdîtinên bi Îmraliyê re nirxand û got: “Em wek Baroya Amedê ji bo ku tecrîd bi dawî bibe, ji bo astengiyên li pêş faliyetên pîşeyî yên hevpîşeyên me rabin em ê bixebitin û gotina xwe bêjin.”DÎMEN HEYE
 
*Girtî Sariye Taşkesen salvegera komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lanet kir û da zanîn ku hewcedariya bi azadiyê ji hewcedariya av û nav hîn bi nirxtir e.
 
*“Meşa Mezin a Azadiyê” ku li du baskan dest pê kir, di 15 rojan de veguhestina Kurdistanê kir. Di her rawestgehê de ku kêfxweşî û kelecanek mezin hebû, daxwaza hemû kesan yek bû û ev jî, “Jiyanek azad û aştiyane” bû.  BI DÎMEN 
 
*Endama Desteya Rêveber a DÎSK'ê ya Basîn-Îşê Îzel Sezer, binçavkirina rojnamegerên li Îzmîrê weke "parçeyekî operasyona hikûmetê" nirxand û got: "Eger hûn rojnamegeran biparêzin, rojnameger jî dê parastina mafê we yê wergirtina nûçeyan û gihandina rastiyê bikin." BI DÎMEN 
 
*Jinên tevli meşa girseyî ya li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûn, qomplo şermezar kirin û gotin:"Em ê heta dawiyê li dijî komployê li berxwe bidin." BI DÎMEN