AFP'ê nobeta 12 salî ya li Strasbourgê nivîsî

  • 21:39 15 Sibat 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Ajansa nûçeyan a Fransayê AFP'ê li ser Nobeta Azadiyê ya ku 12 sal in ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê didome, nivîsî. 
 
AFP’ê der barê ‘Nobeta ji Ocalan re Azadî’ ya di salvegera Komploya 15’ê Sibatê de  wiha got: “Rewşa hewa çi dibe bila bibe, şert û mercên wan çi dibe bila bibe, ew li wir in: endamên civaka Kurd nobetê digirin. 12 sal in li pêşiya Konseya Ewropayê ji bo rêberên xwe yên dîrokî yên li Tirkiyeyê girtî ye, daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin." 
 
Brûsk Weran ê 34 salî yê ji bajarê Hannover ê Almanyayê ji ajansa nûçeyan a Fransî re axivî û got, "Beşdariya vê nobetê ji bo me rûmet e. Şert û merc her roj ne hêsan in, lê divê em hevalên xwe yên di şert û mercên ji me dijwartir de têdikoşin ji bîr nekin.”
 
Di nûçeyê de hat bibîrxistin ku ji sala 2012'an û vir ve her hefte sê-pênc çalakvan bi dorê nobetê digirin. Endama Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasboûrgê Hêlîn Erîn jî wiha got: "Ji Îngilîstan, Swîsre û Îtalyayê ji çar aliyên Ewropayê gel tên." 
 
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku cihê nobedê bi awayekî çawalêhato nehatiye hilbijartin û li hemberî Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) ku timî serdana cihên binçavkirinê dike hatiye avakirin. 
 
Hate diyarkirin ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku baskê darazê yê Konseya Ewropayê ye, di sala 2014'an de Tirkiye şermezar kiriye û bi taybetî cezayê muebetê yê li  dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û tecrîda li ser Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin mudaxeleya dijmirovî ye.
 
Di nûçeyê de wiha hat gotin, “CPT gelek caran çû girtîgehê û herî dawî di sala 2022’an de hat girtin, lê rapora wê ji raya giştî re nehat eşkerekirin. Bi awayekî giştî, ji 6 raporên li ser Tirkiyeyê ji sala 2016’an û vir ve, 4 jê berevajî pratîka asayî nehatine weşandin.” 
 
Berdevkekî ji AFP'ê re got, "CPT tenê piştî ku rayedarên welatê eleqedar destûrê bidin, dikare raporan biweşîne, ev yek hîn jî ji bo van raporan pêk nehatiye." 
 
Nûnerê HDP'ê yê Konseya Ewropayê Fayîq Yagizay jî wiha vegot:"Raporên CPT'ê behsa gelek binpêkirinan dike û bang li Tirkiyeyê dike ku guhertinan pêk bîne. Mixabin saziyên din ên Konseya Ewropayê bi taybetî jî Komîteya Wezîran di vî warî de gav neavêt û li ser Tirkiyeyê tu ferzkirin nehate sepandin." 
 
Di nûçeyê de hat ragihandin ku ji bo dubarekirina daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û ji bo banga civaka navneteweyî ji bo xebateke hevpar, wê roja Pêncşemê li Strasboûrgê, beriya xwepêşandaneke mezin a Ewropayê ya ku roja Şemiyê li Kolnê tê lidarxistin, wê konferansek were lidarxistin.