Kesên li Sêrtê hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • 21:10 15 Sibat 2024
  • Rojane
SÊRT - Kesên li navenda Sêrt û navçeyên wê Misirc û Dihê hatin binçavkirin, piştî kar û barên îfadeyê hatin berdan.
 
Polîsan vê serê sibê li navenda Sêrt û navçeyên wê Dihê û Misircê bi ser gelek malan de girtin. Li navenda Sêrtê Mehmet Zahîr Saritaş, Zeynep Nas, Aysel Sartîk, Fûat Yildirim û Saniye Kaysî, li Misircê Yûnûs Emre Cangîr, Abdûllah Toka û kesekî din ku navê wî nehat zanîn û li Dihê jî Esmer Oktayi û keça wê Dilbirîn Oktayi hatibûn binçavkirin. Piştî kar û barên wan ên li midûriyeta polîsan, biryara berdanê hat dayîn û li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê ku lê muayene bûn hatin berdan.
 
Malbat, Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik, hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn û rêveberên DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), kesên hatin berdan li ber derê nexweşxaneyê ew pêşwazî kirin.