Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin

  • 13:03 13 Sibat 2024
  • Rojane
 
MÊRSÎN - Di encama serdegirtinên malan ên li Mêrsînê de 9 kes hatin binçavkirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ya bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” de îro li navenda Mêrsînê û navçeya Tarsusê bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinan de ji rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) Nûray Şahîn û Fatma Demîr, Yilmaz Sevdîk, Hasan Huseyîn Bayar, Rojhat Tutmaz, Muhammet Tutmaz, Firaz Aka, Abdullah Çetîn û Hamdûllah Ozen hatin binçavkirin. Ji bo dosyaya lêpirsînê biryara nepeniyê hate dayîn û xwegihandina dosyayê ya parêzeran ji bo 24 saetan hate bisînorkirin. 
 
Tê payîn ku hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.