Li Stenbolê gelelek kes hatin binçavkirin

  • 11:34 13 Sibat 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin û gelek kes binçav kirin.
 
Îro serê sibehê polîsan li navçeyên Esenyûrt, Esenler, Maltepe, Pendîk û Kagithane yên Stenbolê bi ser gelek malan de girtin. Hat zanîn ku polîsên bi ser malan de girtin tundî li şêniyên malan kirine û bi taybetî jî li Esenyûrtê bi copan li mil, dest û lingên kesên di malan de dimînin xistine û tiştên malê belav kirine. 
 
Hat diyarkirin ku binçavkirî derbasî Midûriyeta Polisan a Stenbolê hatine kirin. Der barê hejmara kesên hatine binçavkirin de agahiyek nehat bidestxistin. Ji bo dosyaya kesên hatine binçavkirin heta 24 saetan biryara bisînorkirinê hate dayîn.  
 
Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Melîke Akman, Mîzgîn Akman, Hêlîn Akman, Şahîn Ozyildirim, Riza Kaplan, Nesîm Ozkan, Nûreddîn Aydogan,  Erkan Talaş û Şukru Guler, Ûmût Delîl Aksoy, Devran Kûrt, Resûl Gedlec.”