Du baskên Meşa Mezin a Azadiyê piştî 13 rojan gihaştin hev

  • 10:45 13 Sibat 2024
  • Rojane
 
AMED - Baskên Qers û Wanê yên "Meşa Mezin a Azadiyê" piştî 13 rojan li Amedê gihaştin hev. Meşvanên Azadiyê pêşmalkên spî derxistin û pêşmalkên reş li xwe kirin. 
 
"Meşa Mezin a Azadiyê" ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd bi beşdariya siyasetmedar û rêxistinên  sivîl ên demokratîk berdewam dike. Baskê Wanê ji Xana Axparê û Baskê Qersê jî ji Bismilê bi rêketin û li Palûkê gihaştin hev. 
 
Li vir Meşvanên Azadiyê bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin. Her wiha di meşê de Meşvanên Azadiyê pêşmalkên spî derxistin û pêşmalkên reş li xwe kirin.
 
Piştî her du bask gihaştin hev ber bi Amedê ve bi rê ketin.