Li Îzmîrê 5 rojnameger hatin binçavkirin

  • 10:25 13 Sibat 2024
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Di saetên serê sibehê de li Îzmîrê polîsan bi ser malan de girtin û tevî nûçegîhana me Melîke Aydin û nûçegîhanên MA'yê bi tevahî 5 rojnameger kirin bin çavan. 
 
Di saetên serê sibehê de li Îzmîrê polîsan bi ser malan de girtin û nûçegîhana me Melîke Aydin, nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan, Delal Akyuz, Tolga Guney kirin bin çavan. Her wiha nûçegihanê Gazete Duvarê Cîhan Başakçioglû jî hat binçavkirin. Sedema binçavkirina rojnamegeran nehat hînbûn. Hat hînbûn rojnameger birine Şaxa TEM'ê ya Çankayayê. Hat hînbûn derbarê rojnamegeran de sînorkirina hevdîtina bi parêzeran re ya 24 saetan hatiye dayin.