25 sal in li ber xwe dide û niha jî di Nobeda Edaletê de ye!

  • 09:06 13 Sibat 2024
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
AMED - Dayika Aştiyê Afîfe Kartal ku di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî"de  beşdarî Nobeda Edaletê bû, Komploya 15'ê Sibatê nirxand û got, "Me cihê xwe li kolanan girt. 25 sal in ez di nava têkoşînê de me. Bang li gelê me dikim û dibêjim serî netewînin rabin ser piyan."
 
Di ser ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê re 25 sal derbas bûn. Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê tê girtin, ji dema ku anîneTirkiyeyê ve di bin tecrîda girankirî de ye û zêdeyî 35 meh in agahî jê nayê girtin. Li gel ku 15’ê Sibatê ji aliyê gelê Kurd ve weke “Roja Reş” tê pênasekirin, çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” ku piştî komployê dest pê kiribûn 25 sal in dewam dikin. Herî dawî ji pêngavên bêhejmar ên ji sala 99’an û vir ve hatin avêtin û niha jî kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê Cotmeha 2023’an de hat destpêkirin bi çalakiyên cûr bi cûr ku li 74 navendan hatin destpêkirin dewam dikin. Di çarçoveya kampanyayê de dostên Kurdan gelek çalakî li dar xistin, li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê jî grevên birçîbûnê hatin destpêkirin, di çarçoveya heman kampanyayê de ji aliyê xizmên girtiyan ve Nobeda Edaletê hate destpêkirin.
 
Dayika Aştiyê Afîfe Kartal ku bi wesîleya salvegera 15'ê Sibatê komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan ji aliyê  Tirkiyeyê hat destpêkirin tevlî Nobeda Edaletê bû, nirxandin kir.
 
Cerdevanî qebûl nekirin, gundên wan hatin şewitandin
 
Afîfe ku 57 salî ye û 30 sal in li ber xwe dide, li gundê Qizlal ê navçeya Farqîna Amedê ji dayik bûye. Afîfe ya ku hê zarok bû hat zewicandin, ji aliyê dewletê ve jî zextên giran lê hatin kirin. Afîfe ya gundê wê di sala 1993'an de bi hinceta ku cerdevanî qebûl nakin hat şewitandin, piştre bi malbata xwe re hat navenda Amedê. Bi demê re zextên li ser Afîfeyê li ser 4 zarokên wê jî rû dan.
 
Têkoşîn û Muhammed
 
Keça Afîfe Tekoşînê gelek caran tê binçavkirin û di encamê de Tekoşîn di sala 2011'an de tevlî PKK'ê dibe. Têkoşîn piştî tevli tevgerê bû bi 7 salan li Licê di pevçûê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê di poştekî de radestî dayika wê hat kirin. Lê li gel vê jî dayika Têkoşînê Afîfe di roja merasîma cenazeyê wê de jî dev ji gotina aştiyê berneda. Piştî Têkoşîn, kurê wî Muhammed ê 19 salî di sala 2017'an de bi hinceta îfadeya şahidê aşkere hat girtin û 22 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ji ber ku Muhammed li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Antalyayê girtiye, Afîfe nikare gelek caran bi kurê xwe re hevdîtinê jî bike.
 
Li Nobeda Edaletê têkoşîna xwe didomîne
 
Afîfe ya ku li gel zextên lê tên kirin ji têkoşîna xwe gavê paşve navêje, tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê hema bêje di her çalakiyê de cihê xwe digire. Afîfe vê carê di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve di 4'ê Kanûna 2023'yan de li Taxa Rezanê li avahiya DEM Partiyê  hatiye destpêkirin têkoşîna xwe didomîne. 
 
'Divê êdî di nav gelê xwe de be'
 
Afîfe diyar kir ku wê her tim jiyana xwe bi têkoşînê derbas kiriye û komploya navneteweyî ya 25 salan a li dijî Abdullah Ocalan şermezar kir. Afîfe got, “Çi mafê wan hebû ku Serokatî radestî dewleta Tirk kirin? Ez ji bo serokatiyê ketim nava têkoşînê. Ez dixwazim êdî çareserî û aştî pêk were. Bila ji girtîgehê derkeve û were nav gelê xwe. Gel çi ji wî dixwaze bila ew bibêje. Ger ew azad bibe, em jî azad dibin. Zarokên me li ser şopa  wî ne, em jî li ser şopa zarokên xwe ne."
 
'25 sal in em li kolanan li ber xwe didin'
 
Afîfe da zanîn ku ev 25 sal in komploya navneteweyî didome û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) jî li hemberî vê komployê bêdeng maye û got, ew bêdengiyê qebûl nakin. Afîfe wiha dewam kir, “3 sal in CPT hevdîtin û raporên xwe bi Kurdan re parve nake. Tenê bi dewleta Tirk re parve dike. Em jî nizanin Ocalan sax e yan na. Em dixwazin bi lez jê agahiyekê bigirin. Em vê çalakiyê ji bo bidwîkirina tecrîdê û azadiya gelê Kurd li dar dixin, em weke dayik pêşengiya vê çalakiyê dikin. Em baş dizanin ku ji ber tirsa Ocalan rê nadin ku agahî jê bê girtin. Ji ber ku ew kesek e ku hem ji bo gelê kurd hem jî ji bo tirkan dikare gelek tiştan bike. Belê, 25 sal in Abdullah Ocalan tê tecrîdkirin, lê em jî 25 sal in li kolanan in û cihê xwe di nava vê têkoşînê de digirin. Li hemberî hemû zext, binçavkirin û zilmê, çi daxuyaniya çapemeniyê be, çi çalakî be, çi berf be, çi zivistan û çi nexweşî be, me li ber xwe da. Em êdî van neheqiyan qebûl nakin."
 
'Niha ji bo azadiya wî li ber xwe didin'
 
Afîfeyê diyar kir ku  dayik zarokên xwe diparêzin û dîlên me Ocalan diparêzin û piştgiriyê didinê.  Afîfeyê wiha dirêjî da axaftina xwe,"Em li ser şopa zarokên xwe ne. Em di zûtirîn demê de aştî, aramî û azadiyê dixwazin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan hemû cihanê li ber xwe da. Ger Ocalan azad bibe dê her kes azad bibe. Lê ger ku nebe wê ez zilm bidome. Ji Ewropayê jî hatin serdana nobeda me. Kesên ku bêdeng dimînin kesên dewletparêz in. Eger hemû Kurd li ber xwe bidin dê çareserî pêk were.”
 
'Em ê komployê pûç bikin
 
Afîfe destnîşan kir ku bi xistina odeyeke yek kesî hewl tê dayîn têkiliya Abdullah Ocalan bi gel re qut bikin, lê ev 25 sal in ku têkiliya Abdullah Ocalan bi gel re qut nebûye û got, "Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em di vê rêyê de mirin. 25 salên din jî di girtîgehê de bimîne em ê li pey bin. Em ê komployê pûç bikin. Banga min ji gel re ev e, serî netewînin, rabin ser piyan. Em ê nobeda xwe bidomînin. Meşa ku hatiye destpêkirin wê bibe meşa azadî, aştî û wekheviyê."