Aktîvîsta TJA'yê: Cîhan fikrên Abdullah Ocalan nîqaş dike

  • 09:03 13 Sibat 2024
  • Rojane
 
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Aktîvîsta TJA'yê Emîne Înan, bi têkoşînê komplo hat pûçkirin û got: "Jinên kurd di pêvajoya komployê de gelek bedelên giran dan. Beyî nasname, ziman, netew jinan ji bo Birêz Abdullah Ocalan têkoşînek da. Wek jinên kurd û TJA'yê dê ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan têbikoşîn û têkoşîna xwe mezin bikin." 
 
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê 25 sal in di bin tecrîda giran de tê girtin. 35 meh in tu gahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin. Di 27'ê Mijdarê de jî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hat destpêkirin. Bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Êlih, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê jî bi heman armancê çalakiya "Nobeda Edaletê" hat destpêkirin. Di 1'ê Sibatê de jî "Meşa Mezin a Azadiyê" li Qers û Wanê hat destpêkirin û 13 roj in ev meş didome. 
 
Bi nêzbûna salvegera 15'ê Sibatê ve aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Emîne Înan ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî. 
 
Armanca komployê 
 
Emîne, destnîşan kir ku di nava pêvajoyeke girîng re derbas dibin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Jinên kurd û Gelê Kurd ji sedsaliya Komarê heta îro bi polîtîkayên înkar û îmhayê re rûbirû ne. Birêz Ocalan ji bo Gelê Kurd û ji bo tevahiya gelên cîhanê ji bo paradîgmayê têkoşînê dide. Pêvajoyeke komployê hebû. Gelo ev komplo gihaşt armanca xwe? Armanca vê komployê çi bû? Divê mirov vê tiştî baş bibîne û binirxîne. Dema mirov bi kurahî dinirxîne pevajoya Rojhilata Navîn dikeve bira mirovan. Di pêvajoaya Rojhilata Navîn de hemû pergalên cîhanê li dijî paradîgmaya Birêz Ocalan komployek da dest pê kirin. Serkêşiya vê komployê Amerîka bû. Di 9'ê Cotmehê de dest pê kir heta ber bi 15'ê Sibatê hat." 
 
'Komplo bû sedema qeyran û kaosê' 
 
Emîne, daxuyand ku komploya li hemberî Abdullah Ocalan, li Tirkiyeyê bû sedema kaos û qeyranê û got: "Paradîgmaya ku demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê esak digire ji bo hemû gelên cîhanê felsefeyek û jiyanek bû. Birêz Ocalan dema dixwest vê pêşbixe gelek rîsk girt. Ji ber ku dema li dijî pergalê derdikevî û li dijî vê paradîgmayek din înşa diki bi gelek astengî û mudaxaleyan re rûbirû dimînî. Ev komplo ji ber vê sedemê derket holê." 
 
'Li hemberî pergala heyî alternatîfek afirandiye' 
 
Emîne diyar kir ku paradîgmaya ku ji hêla Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve ji bo Rojhilata Navîn û ji bo cîhanê hatî afirandin bi radeskirina Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê hat astengkirin û wiha bi lêv kir: "Piştî ku Birêz Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin ji vê rojê heta îro şer neqediya. Ji bo rawestinda şer divê demildest deriyê li Îmraliyê bên vekirin. Bi vekirina deriyê Îmraliyê dê pêvajoya qeyran û kaosê dê ji holê rabe. Birêz Abdullah Ocalan alternatîf e û dikare pêşengtiya vê pêvajoyê bike. Li dijî pergala heyî alternatîfek afirandiye."
 
'Di komployê de israr dikin'
 
Emîne, wiha bal kişand ser çalakiyên ku li dijî komployê hatî lidarxistin: "Gelê Kurd û dostên kurdan li çar aliyên cîhanê li dijî tecrîdê peyama xwe dan. Ji ber ku Birêz Abdullah Ocalan ne mirovekî wisa ji rêzê ye. Her wiha ne girtiyekî wisa ji rêzê ye. Tecrîda bi vî rengî tenê tê wateya îzolekirina ji gel e. 25 sal in ji bo rawestandina şer di nav hewldan û têkoşînê de ye û kedek dide. Hevkarên Tirkiyeyê ABD, Yunanistan û Rûsya hewl didin ku komplo kûrtir bikin û di kompoloyê de israr dikin." 
 
'Komplo hat pûçkirin'
 
Aktîvîsta TJA'yê Emîne, nêzbûna salvegera 15'ê Sibatê jî wiha şîrove kir: "Jin, Gelê Kurd û dostên kurdan bi hewldanên xwe komplo pûç kirin. Her gel divê bi nasname, ziman û çanda xwe bijî em mafekî xwezayî ye. Gelê Kurd bi salane bi polîtîkayên asîmîlasyonê re dijî. Li ser erdnegariya xwe ziman, nasname hatiye redkirin û li herêmê polîtîkayên şerê taybet, binçavkirin û girtin her didomin. Ev yek parçeyeke komplo û tecrîdê ye."
 
'Fikrên Birêz Ocalan bûye mînak'
 
Emîne, da zanîn ku fikr û felsefeya Abdullah Ocalan ji cîhan û Rojhilata Navîn re bûye mînak û wiha axivî: "Bi hezaran mirova ji nasnameyên cuda felsefeya Birêz Ocalan esas digirin. Gelek nivîskar, ronakbîr pradîgma û parêznameyên Birêz Ocalan esas digirin. Ji bo pratîzekirina pradîgmaya Birêz Abdullah Ocalan piştevaniyê didin. Ji ber vê sedemê jî AKP-MHP polîtîkayên asîmîlasyon, îmha, înkar û îmhayê esas digirin û tecrîdê kûr dikin. Niha li Tirkiyeyê qeyraneke kûr a aboriyê heye. Divê ev qeyran jî ji wisa rêze neyê dest girtin. Êdî mirov nikarin rihetî bijîn. Hikûmet êdî nikare bibe bersiv ji qeyran aboriyê re. Hem nikare bibe bersiv û hem jî li hemberî alternatîfan jî dibe asteng. Bi tecrîdê van alternatîfan ji holê radike. Ev tecrîd jî niha ji Îmrahiyê destpêkiriye û heta her beşên civakê belavbûye." 
 
'Bi azadiya Ocalan dê qirkirin ji holê rabe' 
 
Emîne, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser girîngiya azadiya Abdullah Ocalan: "Azadiya Birêz Ocalan girîng e. Dema azad bibe ev qirkirina civakî dê ji holê rabe. Li Tirkiye û Kurdistanê qirkirineke mezin heye. Li Kurdistanê bi polîtîkayên şerê taybet, li Tirkiyeyê jî bi hewldanên cuda qirkirin pêk te. Ji ber vê sedemê azadiya Birêz Ocalan girîng e. Her wiha jinên kurd xwedî dîrokek têkoşînê ye. Jinan bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' a Birêz Ocalan, têkoşînê didin. Niha li pêşiya me 15'ê Sibatê heye û jinên kurd dê li dijî komployê, li dijî tecrîdê têkoşîna xwe bidomîne. Li dijî qeyran û kaosa li Rojhilata Navîn dê ji bo azadiya Birêz Ocalan têkoşîna xwe bidomîne." 
 
‘Ji bo azadiya Birêz Ocalan em ê têbikoşin' 
 
Aktîvîsta TJA'yê Emîne, bal kişand ser "Meşa Mezin a Azadiyê" û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Wek tevger pêşengtiya vê meşê dikin. Jinên kurd di pêvajoya komployê de gelek bedelên giran dan. Beyî nasname, ziman, netew jinan ji bo Birêz Abdullah Ocalan têkoşînek da. Îro felsefeya 'Jin jiyan azadî' ne tenê ji bo jinên kurd ji bo hemû cîhanê bû gerdûnî. Wek jinên kurd û TJA'yê dê ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan têbikoşîn."