'Jiyana jinan dikin mijara bazarê'

  • 09:02 13 Sibat 2024
  • Rojane
 
Elfazi Toral
 
STENBOL - Endama OHD'ê û parêzera dildar a Komeleya Dema Jinan Ekin Baltaş têkildarî peywira nû ya endamtiya AYM'ê ya endamê Şûrayê Dewletê ê ku îmzeya wî li binê biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê endamê heye wiha got:"Em vê yekê dibînin ku çawa jiyana jinan dibe mijara bazarê. Biryara vekişandin ji Peymana Stenbolê ne li gor prensîbên zagon û navneteweyî bû. Kesê ku li binê biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê îmzeya wî heye bû endamê AYM'ê."
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê konkujiyên jinan her diçe zêde dibin. Li Tirkiyeya ku her roj herî kêm 3 jin lê tên qetilkirin, tundiya mêr-dewletê tê sorkirin. Bi biryarên îktidarê polîtîkayên bêcezahiştinê û "daxistin" bersûc tên xelatkirin. Tirkiye bi biryara Serokkomar Tayyip Erdogan di 20'ê Adara 2021'ê de di şevekê de ji Peymana Stenbolê vekişiyabû. Piştî biryarê yek ji îmzekarê biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê yê ku endamê Şûrayê Dewletê bû Yilmaz Akçil di 21'ê Çileyê de ji aliyê Tayyip Erdogan ve wekî endamê Dadgeha Makeqanûnê (AYM) hat hilbijartin. Li dijî biryarê ji aliyî jin bertekên xwe nîşan didin. 
 
Endama Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) û parêzera dildar a Komeleya Dema Jinan Ekin Baltaş têkildarî biryarê nirxandin kir. 
 
'Rakirina peymanê bû sedema kuştina jinan'
 
Ekinê da zanîn li Tirkiyeyê qirkirina jinan heye û ji roja AKP hatiye îktidarê heta niha di zagonan de guhertinên fîîlî pêk hatine û wiha got:"Piştî rakirina Peymana Stenbolê kuştinên jinan zêde bûn. Ev ji bo jinan bû windakirinek. Ev bû sedema nebarîbûnekê jî. Zagona niha zayendperest e, bi rakirina Peymana Stenbolê jî pişta vî tiştî hat xurtkirin. Di heman demê de jî polîtîkayên bêcezahiştinê hêzê dide kujeran. "
 
Jiyana jinan bû mijara bazarê ! 
 
Ekinê mijara endamtiya Yilmaz Akçil a AYM'ê nirxand û wiha pê de çû:"Endamtiya Yilmaz Akçil a AYM'ê tê maneya em mafên we yên makeqanûnî nas nakin. Em vê yekê dibînin ku çawa jiyana jinan dibe mijara bazarê. Biryara vekişandin ji Peymana Stenbolê ne li gor prensîbên zagon û navneteweyî bû. Kesê ku li binê biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê îmzeya wî heye bû endamê AYM'ê. Kesên îmzeya wan li binê nehiqûqiyên curbecur hene em dibînin digihêjin derekê. Em dizanin bi Partiya Refaha Nû û bi hinek tarîkatan re hevdîtinê dikin. AKP ji bo hawizê xwe yê dengan zêde bike Peymana Stenbolê wekî qertekê didît. Nêrîna wan a zayendperest li her derê belav bûye. "
 
'Îktidar ji azadiya jinan ditirse'
 
Ekinê da zanîn ew bi îktidara siyasî olperest rû bi rû mane û da zanîn îktidar ji azadiya jinan ditirse. Ekinê da zanîn îktidar dixwaze jinan di malê de hepis bike û wiha lê zêde kir:"Gelek jinên di warê siyasetê de çalak hene. Dema jin azad bibe wê dawiya îktidarê bê. Di dîrokê de jî ev wiha ye. Têkoşîna jinan di bin tehdîdê de ye. Îktidar dixwaze profîla ku dixwaze li jinan bar bike. Dixwazin jinên ji malê dernakevin, ji gotina mêran dernakevin, bi tiştên biçûk disekinin, tenê jiyana xwe bi qansî ku tê dayin îdame bike, biafirîne."
 
Hêviya me heye...
 
Ekinê bi lêv kir ku jin ji bo jiyana xwe têkoşîna xwe dewam dikin û wiha got:"Loma jî îktidar dixwaze pêşî li vê têkoşînê bigire. Ev têkoşîna jinan mijara man û nemanê ye. Ez bi xwişkên xwe yên di têkoşîna femînîst de cihê xwe digirin pîroz dikim. Ez bi hemû xwişkên xwe serbilind im. Ez bi jinan re xwe bêtir ewle hîs dikim. Ez dizanim tu têkoşîn ne vala ye. Loma jî hêviya me heye."