Ji meşvanên azadiyê civînên gel

  • 22:25 12 Sibat 2024
  • Rojane
AMED - Şendeya Askê Qersê ya "Meşa Azadiyê ya Mezin", îro jî mal bi mal geriya û bal kişand ser girîngiya meşê.
 
Baskê Wanê yê "Meşa Azadiyê ya Mezin" ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, li navçeya Çinar a Amedê di ji aliyê gel ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Şandeya ku ji Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Hevseroka Giştî ya Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) Emîne Kaya rêxistinên civaka sivîl pêkhatî, piştî bernameya xwe li navçeyê li malan bi gel re civiya.
 
Di civînên gel de parlamenterên DEM Partiyê li ser wate û girîngiya meşa ku dane destpêkirin axivîn. Parlamenteran diyar kir ku li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek pirsgirêk hene û bingeha van pirsgirêkan neçareserkirina meseleya kurd e û gotin ku çareseriya pirsgirêkan bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e.