Nobeda Edaletê di roja 70'yî de dewam kır

  • 18:52 12 Sibat 2024
  • Rojane
WAN - Nobeda Edaletê ya ku malbatên girtiyan li Wanê dane destpêkirin di roja 70'yî de bi serdanan dewam kir.
 
Nobeta Edaletê ya Wanê li Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin, di roja 70’an de berdewam kir. Pêkhateyên Platforma Şaxan a KESK’a Wanê û DÎSK’ê hatin serdana çalakvanan. Di heman demê de Rêxistina DEM Partiyê ya Ebexê û şêniyên taxên Buzhane û Hatuniyeyê jî di nava ziyaretvanan de cih girtin.
 
Serokê Şaxa Sendîkaya Teqawidan (Emeklî-Sen) Tîmûr Sayyîgît di çalakiyê de axivî û got ku ew girîngiyê didin Nobeta Edaletê. Sayyîgît, wiha domand: “Em ê her tim piştgiriyê bidin çalakiyê. Hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê piraniya barê têkoşînê li ser milên dayikan e. Tekane daxwaza dayikan jî aştî û wekhevî ye. Ji bo edaletê bê welatekî divê ji ewil wekhevî û aştî hebe.”
 
Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.