Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê dewam dike

  • 17:02 12 Sibat 2024
  • Rojane
MÊRDÎN - Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê bi peyama bila tecrîd bi dawî bibe dewam kir. 
 
Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê ya li avahiya Rêxistina DBP'ê ya Mêrdînê dewam dike. Dayikên Aştiyê yên ji Qoserê hatin û xizmên girtiyan çalakiya îro dewr girtin. Gelek kes tevli nobeta îro bûn. 
 
Dayika Cihan Oner a li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê girtin, Havva Zamur da zanîn keça wê birîndar hatiye girtin, niha birîna wê baş e û got:"150 salî ceza danê. Emrê wê têra xelaskirina cezayê wê nake. Rewşa wê û ya Abdullah Ocalan heman e. Em îro li vir ji bo aştiyê nobetê digirin. Em ji bo azadiyê nobetê digirin. Di serî de Serokê me em dixwazin hemû girtî bên berdan. Em dixwazin Serokê me azad be. "