Di Nobeda Edaletê de nameya girtiyan şandibû hat xwendin

  • 14:04 12 Sibat 2024
  • Rojane
AMED - Nobeda Edaletê ku malbatên girtiyan li Amedê dane destpêkirin di roja  68'an de didome, di çalakiyê de nameya ku girtiyan şandibû hat xwendin.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî li girtîgehan di çarçovey kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" de dan destpêkirin di roja 78'an de dewam dike. Nobed Edaletê ya ku xizmên girtiyan li Amedê dane destpêkirin jî di roja 68'an de dewam dike. Çalakiya ku li avahiya Partiya Demê ya Rezana Amedê di pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re(TUAY - DER) de tê lidarxistin, Komeleya 78'an û Sendîkaya Xebatkarên Xizmeta Giştî (Genel Îş) û gelek kesî ziyaret kir.
 
Di çalakiya nobedê de nameya ku girtiyên li Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Antalyayê şandin hat xwendin. 
 
Ji bo bidawîkirina tecrîdê divê gav bên avêtin'
 
Piştre Duru Kaygusuz a ku di Nobeda Edaletê de ye û ji Dîlokê hatiye bal kişand ser tecrîdê û got, "Em dayik edaletê dixwzin. Bila tecrîda li ser zarokên me û gelê me bê bidawîkirin. Em naxwazin bên girtin û em aştiyê dixwzin. Meşa Azadiyê ya ku hat destpêkirin dewam dike. Em ê j ivê meşê encamên erênî bi dest bixin. Ji bo bidawîkirina tecrîdê divê gav bên avêtin."
 
Nobeda Edaletê bi stran û dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" dewam kir.