ROJEVA 12'Ê SIBATA 2024'AN

  • 09:00 12 Sibat 2024
  • Rojev
*Komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikeve sala 26’an. Di çarçoveya Projeya Rojhilata Navîn a Mezin a NATO’yê de herêm hîna  navenda şer û pevçûnan e.
 
*Endama Meclîsa Jinên Ciwan a DEM Partî Yekbun Safali da zanîn ku  di çarçoveya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan de  kampanya ‘Ji Îmraliyê re 1000 Name’ dimeşînin û banga piştgiriyê kir. DÎMEN HEYE
 
*Yek ji parêzerên ku ji bo hevdîtina Îmraliyê serî li CPT û Wezareta Dadê da, Several Ballikaya bû. Severalê got: “Ji bo aştiyê gavek nayê avêtin. Divê tecrîd bê rakirin.  Ji bo aştî pêk bê Îmrali mifteya aştiyê ye. Çareseriya vê pirsgirêkê, vebûna deriyên Îmraliyê ye û divê şert û merc bên avakirin ku Abdullah Ocalan  îradeya xwe ya çareseriyê dayne holê.”  DÎMEN HEYE
 
*"Meşa Mezin a Azadiyê" li navçe û bajaran bi coşek mezin tê pêşwazîkirin. Li Sêrtê Dayikên Aştiyê bi Meşvanên Azadiyê re meşiyan û gotin: "Ev meşeke pîroz e û dê bi vê meşê azadî pêk bê." BI DÎMEN