Li Rojava komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin

  • 21:31 11 Sibat 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên kantona Minbicê diyar kir ku ew ê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bilind bikin.
 
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantona Minbicê meşek meşaleyê li dar xist. Di meşê de komploya navneteweyî ya ku di 15'ê Sibata 1999'an de li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye pêkanîn şermezar kir û banga pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kir.
 
Endamên tevgerê, Yekitiya Jinên Ciwan û Yekitiya Werzîşê beşdar bûn. Meşê ji Çerxerêya Mîzan dest pê kir û ber bi navenda tevgera ciwanan ve bi rê ket.
 
Endama Yekitiya Jinên Ciwan Cîhan Behcet axivî û wiha got: "Hemû dewletên kapîtalîst û zordest ji bo têkbirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan bûn yek. Ji ber ku fikrên wî di rizgarkirina jinan ji bindestiyê de bi ser ket û hêvî da gelên azadîxwaz. Dewleta Tirk a dagirker û pergalên zordest ên girêdayî wê bawer kirin ku bi girtina Abdullah Ocalan re ew ê têkoşîna me rawestînin, lê ew bi bin ketin. Berovajî wê hêza me bi fikrên Rêbertî zêdetir bû û ew êdî nikarin roja me tarî bikin."
 
Meş bi dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.