Meşvanên Azadiyê Eşref Anyik li ser gora wî bibîranîn

  • 20:11 11 Sibat 2024
  • Rojane
 
RIHA - Meşvanên Azadiyê, Eşref Anyik yê li zindana Amedê bedena xwe dabû ber agir li ser gora wî bibîranîn û her wiha girtiyên ku 30 girtî mabûn û hatibûn tahliyekirin ziyaret kirin.
 
Meşvanên ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkiriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin, li Wêranşar a Rihayê  piştî meşê çûn serdana goristanan.
 
Meşvanên Azadiyê ewil çûn  ser gora Eşref Anyig yê di 17’ê Gulana 1982’an de li Girtîgeh aHejmar 5 a Amedê bedena xwe da ber agir.Hyetê li esr gorê dua ji bo Eşref Anyig xwendin û qurnelîf danîn ser gora wî.
 
Piştî serdana goristanê heyet çû serdana Tahîr Temel yê piştî 30 salan şûnde di 19’ê Çile hat tahliyekirin.
 
Piştî vê heyet çû serdana Eyup Gul yê piştî 26 salan şûnde di Tîrmeha 2019’an de hatiye berdan.