Ji Mêrdîn peyama Nobeda Edaletê: Hata azadiyê çalakî

  • 16:32 11 Sibat 2024
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Li Mêrdînê Nobeda Edaletê ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd ji aliyê ximzên girtiyan ve hatiye destpêkirin li avahiya DBP'ê dewam dike, li gel stran û helbestan peyam heta azadiyê çalakî hat dayîn.  
 
Serdanên Nobeda Edaletê ya li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratî ( DBP ) ya Mêrdînê hatiye destpêkirin dewam dikin. Ziyaretvanên Nobeta Edaletê ya ku bi stran û helbestan hat lidarxistin, diyar kirin ku ew bi dayikan re ne. Dayika Aştiyê Atiye Yilmaz di çalakiya nobetê de axivî û bal kişand ser armanca çalakiya xwe û got, “Heta ku Rêberê me azad bibe wê têkoşîn bidome. Dijmin çiqasî bi ser me de were em ê berdewam bikin. Heta Serokatî û zarokên me azad bibin em ê li vir bin. Heta serokê me azad nebe divê Kurd nesekinin. Em bang li Erdogan dikin; Divê serokê me êdî azad bibe."
 
Dayika Aştiyê Fahriye Alpaslan jî anî ziman ku ew ji bo azadiyê nobedê digirin û got, “Em dixwazin rojên xweş bibînin. “Em dixwazin bi zarokên xwe û serokê xwe re bi hev re bin."
 
Çalakiyê bi serdanan dewam kir