Meşvanên azadiyê serdana Dayikên Aştiyê kirin

  • 15:44 11 Sibat 2024
  • Ramyarî
 
SÊRT - Meşvanên jin ên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd beşdarî "Meşa Mezin a Azadiyê" bûn, çûn serdana Dayikên Aştiyê yên Sêrtê.
 
Baskê Qersê yê "Meşa Mezin a Azadiyê" ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin, li Sêrtê çûn serdana Dayikên Aştiyê. Dayikan bi qîrûşmên "Bijî berxwedana zindanan" meşvanên jin pêşwazî kirin. Di serdanê de Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal têkildarî meşa 11 rojan û armanca wê agahî da û got, “Dayikên me bi salan e ji bo aştiyeke bi rûmet têdikoşin. Ev têkoşîn rêya me ronî dike. Dayik li her derê bi reng, tîlîlî, girî û duayên xwe me rêve dibin. Em ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan dimeşin. Ev daxwaz bi salane daxwaza yekemîn a dayikan e."
 
'Têkoşîna we rêya me ronî kir'
 
Parlamentera DEM Partiyê Kezîban Konukçu ku piştre mafê axaftinê girt got, “Têkoşîna we pêşengiya têkoşîna jinan a li Tirkiyeyê dike. Em serî li ber têkoşîna we ditewînin. Têkoşîna we her tim rêya me ronî dik. Di rê de em çûn Newala Qesaban. Li van xakan hem komkujî, hem jî têkoşîn û berxwedan heye. Îradeya we ya avakirina aştiyê heye. Birêz Abdullah Ocalan ê ku ev îrade ava kir îro di bin tecrîdê de ye. Hikûmet naxwaze pirsgirêka Kurd çareser bibe. Ji bo vê jî tecrîd tê kûrkirin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd em ketin rê. Dema Birêz Ocalan azad bibe em ê hemû azad bibin. Em ê hem birêz Ocalan azad bikin, hem jî van xakan azad bikin."
 
Kilam ji bo azadiyê hatin gotin
 
Li ser navê Dayikên Aştiyê Maşallah Işik Arslan axivî û got, “Ev meş meşa azadî û wekheviyê ye. Pêwîste her kes vê meşê bibîne. Divê hemû cîhan bala xwe bide ser vê meşa Kurdan. Em ji meşvanan re serkeftinê dixwazin." 
 
Serdan bi kilamên Dengbejiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji aliyê Dayika Aştiyê Ayşe Taşçi û Zere Înan ve hatin gotin bi dawî bû.