'Em di 13'ê Sibatê de dixwazin gelê me yê Amedê li cem me be'

  • 14:01 11 Sibat 2024
  • Rojane
 
 AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar ku ji bo Amedê banga tevlîbûna meşa Azadiyê ya 13'ê Sibatê kir û got, "Em ji bo gelê xwe, zimanê xwe, berxwedan û têkoşîna xwe bi rojan li ser rêyan bûn. “Em dixwazin di 13’ê Sibatê de hemû gelê xwe bi xwe re bibînin.
 
"Meşa Mezin a Azadiyê" ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku 25 sal in li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de ye û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li Wan û Qersê hatiye destpêkirin. 11 roj in bajar bi bajar dewam dike. Meşvanên ku ji du baskan dest bi meşê kirin, wê di 13’ê Sibatê de li Amedê bên cem hev.
 
'Em dixwazin gelê xw li li cem xwe bibînin'
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar got, “Em ji bo gelê xwe, zimanê xwe, berxwedan û têkoşîna xwe bi rojan li ser rêyan bûn. Em ê di 13’ê Sibatê de li Amedê bin. Em dixwazin gelê Amedê, ciwan, jin, mêr, hemû gelê xwe li gel xwe bibînin. Em di serdemek tarî re derbas dibin. Ger em dengê hev bin, em dikarin vê tarîtiyê veguherînin ronahiyê. Ji bo meşê bangawaziya me ji bo hemû kesên ku heta niha di vê têkoşînê de cih girtine û ked dane vê têkoşînê ev e: Werin em hemû bi hev re li Amedê bên gel hev."
 
 
 
 

Etîketan:

tecrid Abdullah Ocalan