Ji Nobeda Edaletê peyama 'Dê berxwedan bi ser keve'

  • 13:10 11 Sibat 2024
  • Rojane
 
AMED - Nobeda Edaletê ya ku li Amedê ji aliyê xizimên girtiyan ve hatiye destpêkirin di roja 67'an de dewam dike. Di çalakiyê de peyama, "Dê berxwedan bi ser keve" hat dayîn.
 
Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di 27'ê Mijdara 2023'an de di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dabû destpêkirin di roja 77'an de berdewam dike û Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve li Amedê hatiye destpêkirin, di roja 67'an de dewam dike. Çalakiya ku li Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ) a Navçeya Rezanê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya biMalbatên Girtî û Hukumxaran re (TUAY-DER) hat lidarxistin, îro bi serdanê berdewam kir.
 
Çalakiyên Nobeda Edaletê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 35 meh in agahî jê nayê girtin û girtiyên din ên li heman girtîgehê  Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim, li Amed, Stenbol, Îzmîr, Edene, Mêrsîn, Mêrdîn, Êlih û Wanê berdewam dike. Di çalakiya li Amedê de peyama: “Bi vê berxwedanê re deriyên hemû girtîgehan wê bên vekirin, tecrîd bê rakirin û wê bibe sala azadiya gelê Kurd û gelên din." hatin dayîn
 
Çalakiya xizmên girtiyan bi kilamên kurdî û dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" dewam kir.