'Meşa Mezin a Azadiyê' bû manşeta Kovara Jinê ya vê hefteyê

  • 11:03 11 Sibat 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Hejmara vê hefteyê ya Kovara Jinê bi sernavên xwe yên, "Li dijî tecrîdê berxwedan: Grevên birçîbûn, Nobeda Edaletê, Meşa Azadiyê..." hat weşandin.
 
Di hejmara 50'yî ya Kovara Jinê ku her hefte derdikeve de bal hat kişandin ser têkoşîna li dijî tecrîda giran a li Girava Îmraliyê dest pê kir û li girtîgehan û tevahiya civakê belav bû. Ev hejmar bi sernavên "Berxwedana li dijî tecrîdê: Grevên birçîbûnê, Nobeda Edaletê, Meşa Azadiyê..." hat weşandin.
 
Têkoşîna ji greva birçîbûnê ber bi Nobedên Edaletê
 
Dersim Dag di nivîsa xwe ya bi sernavê "Em ji bo azadiya xwe tecrîdê bişkînin" de polîtîkaya tecrîdê ya li ser gel, jin û ciwanan tê meşandin nirxand. Bêrîtan Canözer di nivîsa xwe ya bi navê "Nobeda Edaletê" ya Dayikan de balê dikişîne ser berxwedana dayikên nobeda Edaletê. Oya Açan jî bi nivîsa xwe ya bi sernavê “Ezmûna azadiyê ya bi birçîbûnê re” balê dikişîne ser grevên birçîbûnê yên ku di pêvajoya dîrokî de weke berxwedaneke li dijî zext û êrîşan hatiye destpêkirin.
 
Girtîgeh û bandora tecrîdê
 
Rojnameger Kibriye Evren di nivîsa xwe ya bi sernavê "Şahidiya ji berxwedanê re" de behsa çalakiya greva birçîbûnê ya ku li Girtîgeha Amedê şahidiya wê kir dike. Dîsa di gotara Salîha Aras a bi sernavê “Di pêvajoya dîrokî de bandor tecrîdê” balê dikişîne ser tecrîdê ku çawa bandorê li jinan dike.
 
Destpêka Jin jiyan azadî…
 
Zerrîn Yilmaz di nivîsa xwe ya bi sernavê "Li Rojhilata Navîn pirsgirêka azadiya jinê" de balê dikişîn ser mekanîzmayên çewisandina li ser jinan li Rojhilata Navîn û berxwedana jinan a li dijî van mekanîzmayan. Elîf Çetînbaş jî bi nivîsa xwe ya bi sernavê, "Formula efsûnî: Jin, Jiyan, Azadî!" de bahsa destpêk û hêza felsefeya "Jin jiyan azadî" li dijî zîhniyeta ku hewl dide jinan bike kole dike.
 
Hemû sernavên di vê hejmarê de wiha ne:
 
*'Ji bo azadiya xwe em tecrîdê bişkînin' / Dersim Dag
 
*Nobeda Edaletê ya dayikan / Bêrîtan Canozer
 
*Azmûna azadiyê ya bi birçîbûnê re / Oya Açan
 
*Şahidiya berxwedanê / Kibriye Evren
 
*Di pêvajoya dîrokî de bandora tecrîdê / Salîha Aras
 
*Li Rojhilata Navîn pirsgirêka azadiya jinê / Zerrîn Yılmaz
 
*Formula efsûnî: Jin, Jiyan, Azadî! / Elîf Çetînbaş
 
Hûn dikarin tevahiya nivîsên di kovarê de JI VIR BIXWÎNIN (https://jindergi.com/anasayfa/).