ROJEVA 11'Ê SIBATA 2024'AN

  • 09:00 11 Sibat 2024
  • Rojev
 
* Medyaya hawiz a AKP-MHP'ê taktîkên xwe yên manîpîlasyona hilbijartinên rêveberiyên herêmî û erdheja 6'ê Sibata 2023'yan a navenda wê Mereş bû heta dawiyê da meşandin. Her wiha nelirêtiyên ji aliyê îktidarê ve tên kirin jî bi rêya medyayê tê xwestin rewa bê nîşandan. AKP-MHP ji bo bi ser bikeve jî dîsa xebatkarên çapemeniya azad kir hedef. Li dijî êrişên îktidarê xebatkarên çapameniya azad jî helwesta xwe bi gotina "Em dev ji karê xwe bernadin" nîşan dan. Her wiha erdhejzedeyan jî di salvegera erdhejê de li dijî manîpulasyona medyaya hawiz bersiva, "Em ji bîr nakin, em efû nakin, em helal nakin" dan.  MEDYA KRÎTÎK
 
* Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nuray Çevîrmen, da zanîn ku 29’ê Mijdarê de ji bo heyetek serbixwe bişînin Îmraliyê serî li wezareta dadê dane lê tu bersiv nehatiye dayîn. Nurayê daxuyakirin ku pirsgirêka Kurd û tecrîd girêdayê hev in û bandora binpêkirinên mafan yên li girtîgehê tên dîtin.  BI DÎMEN 
 
* Siyasetmedar Nursel Aydogan diyar kir ku bi sekna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li Îmraliyê û têkoşîna wî komploya navneteweyî vala hatiye derxistin û got: “Divê bêyî em serî bitewînin xwe bidin alî bi biryarek mezin têkoşînê bê navber bidomînin. Divê vegerin maseya çareseriyê. Têkoşîna Gelê Kurd û kesên aştî û azadiyê dixwazin wê vê diyar bikin. Heta wê demê em ê têbikoşin.”
 
*Endama Akademiya Jîneolojiyê Elîf Kaya got ji Sumeran heta modernîteya kapîtalîst li ser keda gelên Rojhilata Navîn binpêkirin heye û got aboriyeke komunal demokratîk a ked û azadiya jinê esas digire pêkan e. BI DÎMEN 
 
* Dayîka Sêvê Demîr, Sakine Demir a ji Manîsayê beşdarî “Meşa Mezin a Azadiyê” bû diyar kir ku ji ber xwena beri bi du salan ditiye tevli  “Meşa Mezin a Azadiyê” bûye û got: “Divê tirk jî tevli vê meşê bibin û em bi hev re daxwaza azadiyê bikin. Pêwîste piştgiriyê bidin me, em  tecrîdê bi dawî bikin û aştiyê bînin ser vê axê.” DÎMEN HEYE