Li Êlihê pêşandeya 'Bûyer û çîrokên herêma Xerzanê'

  • 22:02 10 Sibat 2024
  • Rojane
ÊLÎH - Bi pêşengiya ARÎ-DER û Egîtîm Senê bi navê “Bûyer û çîrokên herêma Xerzanê” pêşandeya çîrok û dengbêjiyê hat lidarxistin. 
 
Bi pêşengiya Egîtîm Sen û Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Ariyê (ARÎ-DER) bi navê “Bûyer û çîrokên herêma Xerzanê” pêşandeya çîrok û dengbêjiyê hat lidarxistin. Pêşande li Hêwana Konferansê ya Baroya Êlihê hat lidarxistin. Qewamên berê ji aliyê Ayhan Erkemn ve wekî çîrok hatin bilêvkirin. Çîrok li ber ney û santurê hatin gotin. Paşê Dengbêj Salihê Qubînî kilam gotin.