Meṣvanên azadiyê kesên li Dêrikê jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn

  • 19:01 10 Sibat 2024
  • Rojane
MÊRDÎN - Meṣvanên azadiyê yên gihaştin Dêrikê 21 kesên di 20'ê Tebaxa 2022'yan de di qezaya tirê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn.
 
Baskê "Meṣa Azadiyê ya Mezin" a Wanê di 10'emîn roja meşa ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de gihaştin Dêrikê. Meṣvanên azadiyê yên gihaştin Dêrikê 21 kesên di 20'ê Tebaxa 2022'yan de di qezaya tirê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn. Meşvan bi qurnefîlan derbasî Kolana Qoserê ya lê qeza pêk hat, bûn. 
 
'Heta komkujî bê ronîkirin em ê ṣopdarê wê bin'
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneṣ da zanîn ev 10 roj in ji bo tecrîd bê rakirin û meseleya kurd bê çareserkirin meṣê li dar dixin û got holdingên ku bi destên dewletê tên mezinkirin hem zirarê dide gel hem jî dide xwezayê. Her wiha Bêrîtanê diyar kir TIR'ên dibin sedema mirina mirovan divê di rêyeke din de derbas bibin û got;"Heta komkujî bê ronîkirin em ê ṣopdarê wê bin."
 
Piṣtî axaftinê meṣvanan qurnefîl danîn cihê kesên lê jiyana xwe ji dest dan.