Nobeta Edaletê ya Amedê di roja 66’an de ye

  • 15:08 10 Sibat 2024
  • Rojane
 
AMED - Nobeta Edaletê ya li Amedê ji aliyê xizmên girtiyan ve hat destpêkirin di roja 66’an de didome. Di nobetê de peyama ‘Heta ku tecrîda li ser Birêz Ocalan ranebe gelê Kurd azad nabe’ hat dayîn. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê ku bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dabûn destpêkirin di roja 76'an de didome. Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê malbatên girtiyan û Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hukumxaran (TUAY DER) ve di 4’ê Kanûna 2023’an de bi heman daxwazê ??hatibû destpêkirin, di roja 66’an de berdewam dike. Nobeda Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezanê tê li darxistin bi serdanan berdewam kir.
 
 Îro Komeleya Piştevanî û Alîkariya Alimên Amedê çû serdana Nobeta Edaletê. Di Nobeta Edaletê de peyama ‘Heta ku tecrîda li ser Birêz Ocalan ranebe gelê Kurd azad nabe’ hat dayîn. Di Nobetê de dirûşmeyên ‘em ê bi berxwedanê biserkevin’ û stranan beredewam kir.