Li Kongreya DEM Partiyê de siyaseta Riya 3’emîn derket pêş

  • 14:49 10 Sibat 2024
  • Ramyarî
 
WAN - Rêxistina DEM Partî ya Wanê bi 2’emîn Kongreya Xwe ya Asayî rêveberiya xwe ya nû diyar kir û bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan siyaseta Riya 3’emîn mohra xwe li kongreyê da.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê 2’emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Kongre li Salona Dawetê ya Çiragan pêk hat. Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan(TUHAY-DER), kOMELEYA ALÎKARÎ Û Piştevaniya Kesên li Derguşa Şaristaniyan Xizmên Xwe Windakirine(MEBYA-DER) Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Odeya Tabîban a Wan Colemêrgê (TTB), Konfederasyona SEndîkaya Kedkarên Cemawerî (KESK), Weqfa Mafê Mirovan(THÎV), Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, rêxistinên navçeyan a DEM Partiyê, DBP, namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê û gelek kes tevli bûn.
 
Girse bi cil û bergên xwe yên gelerî tevli kongreyê. Girseya ku di salonê de bi cih nebû li hewşa salonê kongre temaşekirin. Bi rêzgirtinê û avabûna dîwanê kongreyê destp pê kir.
Di axaftinên hatin kirin de hat diyar kirin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sale li Îmraliyê giritye û di bin tecrîdeke giran de ye. Hevseroka DEM Partî ya Wanê  Gonul Uzunay kesên tevli kongreyê bûne silav kir û balkişand ser 15’ê Sibatê komploya Navneteweyî. Gonulê wiha got: “Ez girtiyên di greva birçîbûnê de û malbatên di Nobeta Edaletê de ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd dest bi çalakiyê kirine silav dikim. Ez Meşa Mezin a Azadiyê silav dikim. Gelê Kurd wê bi têkoşîna xwe azadiyê bidest bixe.” 
 
Dayika Aştiyê Zekiye Kaya jî da zanîn ku zarokên wan 76 rojin di greva birçîbûnê de ne û got ew naxwazin tu kes bimire û got miftey aştiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalane.
 
Nazîme Arvas jî li ser navê komîsyona kongreyê axivî û got wê têkoşîna rêxistinkirî mezin bikin û got dem dem azadiya Abdullah Ocalan e.
 
Bila tecrîd bê rakirin’
 
Piştî xwendina rapora aborî û faliyetan Parlametnera DEM Partiyê Pervîn Buldan axivî û wiha got: “Ez her kesî silav dikim. Ez ji bo hemû kesên pêvajoyê mil bi mil bi me re dixebite spas dikim. Em pêvajoyek girîng de derbas dibin. Çalakiya girtiyan û Nobeta Edaletê didome. Meşa Azadiyê didome. Ev çalakî wê bigihêjin serkeftinê. Tecrîda li ser Birêz Ocalan didome. Tecrîd sûcê irovahiyê ye. Ev 3 sale agahî jê nayê girtin. Destura hevdîtinan nayê dayîn. Divê demildest tecrîd bê şikandin.Hilbijartin nêz dibin. Çavê hemû kesî li Wanê ye. Wê Wan ji 14’an 14 hebî jî bigire.Wê gelê me biserkeve.”
 
‘Em di siyaseta riya 3’emîn de bi israrin’
 
Hevbedevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî da zanîn ku ew di siyaseta Riya 3’emîn de bi israrin û got siyaseta Riya 3’emîn ya ku Abdullah Ocalan pêşxistiye  ji bo wekheviyê zemînê ava dike. Ayşegulê wiha vegot: “Ev hilbijartinên pêş me girîngin. Têkoşîna me ya li dijî qeyûman heye. Îradeya gel hat xespkirin. Divê her kes vê hilbijartinê de biçe ser sindoqan û denga xwe bikar bîne.  Bawer bikin wê dengek gelek giştî biguhere. Ji bo jiyanek wekhev, azad û demokratîk em di riya 3’emîn de bên gel hev em ê biserkevin.”
 
Rêveberiya nû hat diyarkirin
 
Piştî axaftinan rêveberiya nû hat hilbijartin.Hevserokên nû Gulşen Kurt û  Veysî Dîlekçî hatin hilbijartin. Yakup Almaç, Gülîstan Akdag, Şeref Yildiz, Lorin Aryen Turgut, Tahir Şen, Zehra Urar, Servet Aktaş, Gulistan Erdemlî, Îrfan Kaval, Husamettin Kiziltaş, Lutfi Balbal, Îlhan Gunay, Zafer Aydin, Halil Bugra, Serdar Bozkurt, Haydarhan Aslan, ,Abdullahcebar Serbest, Osman Kiye, Umit Gul, Yusuf Akın, Necat Demir, Umit Tayanır, Abdullah Gorkan, Cîhangîr Guvener, Yavuz Yilmaz, Sami Akti jib o rêveberiya nû hatin hilbijartin. Umit Dede, Sema Avras, Alaattin Daghan jî wek endamên Lijneya Dîsîplînê hatin hilbijartin.