Li Reqayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan konferansa jinan

  • 13:27 10 Sibat 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Reqayê bi dirûşma "Bi felsefeya jin, jiyan, azadî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin" konferansa jinan pêk tê. 
 
Konferansa Azadiya Fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşma "Bi felsefeya jin, jiyan, azadî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin" li Hola Mişwar a li Reqayê destpê kir. Konferans ji aliyê Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya ve hatiye organîzekirine. Endamên her du saziyan, Meclîsa Jinan a Sûriyeyê, nivîsgehên jinan ên partiyên Reqayê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevger û rêxistinên jinan ên herêmê tevlî bûn. Her wiha kesayetên serbixwe, wêjevan, helbestvan û bijîşkên jin, hin mêvan ji Şamê, Hims, Hema û Laziqiyeyê tevlî konferansê bûne. Dê ji Başûrê Kurdistanê û Rojhilat dê tevlîbûn bi rêya Zoomê çêbe.
 
Di konferansê de dê mijarên sereke wekî ‘Encamên Komploya Navneteweyî û bandorên wê li rewşa siyasî’, ‘Sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan li gorî pîvanên navneteweyî’ û ‘Pêngavên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan’ bên nîqaşkirin.
 
Di konferasê de hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Reqayê Zelîxe Ebdî axivî û got: "Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Me bersivandina berxwedanê û parastina destkeftiyan ragihand. Îro jî li vê holê pêkhateyên ku li hember rêxistina herî terorîst DAIŞ'ê li ber xwe dane û bi ser ketine, kom bûne."
 
Zelîxe hişyarî da ku dewleta Tirk ji DAIŞ’ê xeternaktir e û wiha domand: "Dewleta Tirk çavnebariyên xwe li Rojhilata Navîn aşkera kirin û li herêmên ku dagir kirine komkujî kirin. Gelek dewletan komkujiyên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî nas kirin."
 
Zelîxe Ebdî destnîşan kir ku dewleta Tirk dê negihêje armanca xwe û anî ziman ku projeya neteweya demokratîk bersiva siyasetên dagirkirinê ye.
 
Ji bo têkbirina Komploya Navneteweyî, Zelîxe Ebdî ev bang kir: "Ji bo ku em komployê têk bibin, divê jin dengê xwe bikin yek û bi hev re ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin."
 
Hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Reqayê Zelîxe Ebdî soza mezinkirina têkoşînê û şopandina xeta şehîdan ta rizgarkirina herêmên dagirkirî da.
 
Konferans bi axaftina endama Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan û helbestvan Medya Silêman û nîqaşkirina mijarên navborî berdewam e.